NAV-DEM'ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir

NAV-DEM'ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku çareserî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûrieyyê ye. NAV-DEM'ê ji bo rizgariya Efrînê û demokratîkbûna Sûriyeyê banga têkoşînê kir.

NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Şoreşa Rojava ji bo gelên li Rojhilata Navîn bûye hêviya rizgariya ji nava tarîtiyê û hate gotin, "Derman û çareya hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn, modela Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye. Lewma Şoreşa Rojava di sedsala 21'ê de şoreşa gelên Rojhilata Navîn e. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê jî sîstema siyasî û civakî ye ku wê aştiyê ji gelên Rojhilata Navîn re bîne."

Di dewama daxuyaniyê de hemû şehîdên ku di oxira vê şoreşê de canê xwe feda kirine hatin bîranîn.

'RIZGARKIRINA EFRÎNÊ, DEMOKRATÎKKIRINA SÛRIYEYÊ YE'

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelên Sûriyeyê hate ku tevlî pêngava rizgarkirina Efrînê bibin, li dora Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li hev bicivin, bi vî rengî Sûriyeyê demokratîk bikin û Rojhilata Navîn ji nû ve xurt bikin.