NAV-DEM’ê ji bo tevlêbûna festîvala ciwanan bang kir

NAV-DEM’ê ji bo tevlêbûna festîvala Ciwan û Sporê bang kir a ku ew ê di 14’ê Tîrmehê de li bajarê Den Haagê ya Hollandayê were lidarxistin.

Festîvala Ciwan, Çand û Sporê ew ê di 14’ê Tîrmehê de bi slogana ‘Azad Bike’ li bajarê Den Haagê ya Hollandayê were lidarxistin.

NAV-DEM’ê têkildarî festîvalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlêbûna festîvalê kir.

Di daxuyaniya NAV-DEM’ê de ev bang li ciwanan hate kirin:

“Em bang li hemû endam û malbatên wan dikin ku tevlî Festîvala Mazlûm Dogan bibin a ku ciwan li her derê xwe birêxistin dikin û têdikoşin. Ew ê hemû komîsyonên me yên ciwanan, rêveber û endamên me yên ciwan, ciwanên li her çar parçeyên Kurdistanê û ew ê gelê me tevlî vê festîvalê bibin. Em bang li hemû kesan dikin ku bi awayekî xurt û bi heybet tevlî vê festîvalê bibin.”