NAV-DEM'ê ji bo dengdanê bang kir

NAV-DEM'ê bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê kir ku dengê xwe bidin û got, "Em ê bi hev re ji nava vê tarîtiyê derkevin û hêviyê mezin bikin."

Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) li ser dengdana li Elmanyayê ku ji 7'ê Hezîranê ve dewam dike daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Hevserokan destnîşan kirin ku hilbijartina 24'ê Hezîranê hilbijartineke ku dikare hevsengiyên il erdnîgariya Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û çarenûsa gelan biguherîne. NAV-DEM'ê destnîşan kir, piştî ku benda hilbijartinê hate hilweşandin wê li welêt guherîneke mezin pêk were.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û AKP berpirsyarê şer, rizandina civakî û krîza aboriyê ya li welêt e û hate gotin, "Divê ev desthilatdarî tavilê ji holê rabe. Serketina tifaqa Cûmhûr tê wateya ji her alî ve tinebûna azadî û mafên dmeokratîk. Tê wateya tasfiyeya danheviyên demokratîk. Ji bo demokratîkbûnê, gelekî girîng e ku HDP ji bendê derbas bibe. Em ê bi hev re ji vê rewşa tarî derkevin û hêviyê mezin bikin."

NAV-DEM'ê li dijî her şêwe êrîşên dagirkeriyê bang li gel û dostan kir ku vê hefteyê bi performanseke awarte, bi ruhê seferberiyê tevlî karê hilbijartinê bibin.

DENGDAN WÊ 19'Ê HEZÎRANÊ BIQEDE

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dengdana 19'ê Hezîranê diqede û bal hate kişandin ser van xusûsan:

1- Hemû komîsyon, meclîs û pêkhateyên me bi rengekî welê bixebitin ku kesekî nebiriye cihê dengdanê, nehêlin.

2- Hemû komîsyon û meclîsên me her gavê amade ne ku dengdêran bibin ser sindoqan. Dema dengdanê ya li Elmanyayê heta 19'ê Hezîranê ye. Ji saet 9'an heta 21'an dengdêr dikarin dengê xwe bidin.

3- Em bang li hemû dengdêrên dixwazin dengê xwe bidin dikin; çiqasî dûr jî bin, endamên me yên komîsyona hilbijartinê di xizmeta wan de ne ku wan bibin ser sindoqan. Bila serî li sazî û komîsyonên me yên nêzî xwe bidin. Wê derfet ji wan re bên dayin.

4- Ji bo dengdêrên nexweş û extiyar, komîsyonên me yên hilbijartinê wesayitên taybet peyda kirine û bi vî rengî xizmetê didin.

5- Komîsyonên me yên hilbijartinê û hevalên me yên pêwendîdar divê li ser rê û rêbazên dengdanê agahiyê bidin dengdêran.

6- Dengdêrên li derveyî welat xwedî wî mafî ne ku li her welatî ya jî li navendeke hilbijartinê ya nêzî xwe dengê xwe bide.

CIHÊN DENGDANÊ YÊN LI ELMANYAYÊ

Cihên dengdanê yên li Elmanyayê:

*Berlin: Heerstrasse 21, 14052 Berlin

*Düsseldorf: Willstaetterstr. 9, 40549 Düsseldorf

*Essen: Msse Essen Gmbh Congress Center Essen Messeplatz 145 131 Essen

*Frankfurt: Kennedyallee 115-117, 60596 Frankfurt Am Main

*Hamburg: Türkisches Generalkonsulat Tesdorpfstr. 18, 20148 Hamburg

*Hannover: Deutsche Messe AG Messegelände, Halle 21, 30521 Hannover

*Karlsruhe: Rintheimerstr. 82, 76131 Karlsruhe

*Köln: Luxemburgerstr. 285, 50354 Hürth

*Mainz: An Der Karlsschanze 7, 55131 Mainz

*Münih: Alte Bazerische Staatsbank, Kardinal-Faulhaberstr. 1, 80333 München

*Münster: Lotharingerstr. 25-27, 48147 Münster

*Nürnber: Schwadermühlstr. 3, 90556 Cadolzburg

*Stuttgart: Lorenzstr. 11, 70435 Stuttgart