NAV-DEM’ê ji bo çalakiyên10’ê Kanûnê bang kir
NAV-DEM bernameya çalakiyên Roja Mafên Mirovan a Cîhanê eşkere kir.
NAV-DEM bernameya çalakiyên Roja Mafên Mirovan a Cîhanê eşkere kir.
NAV-DEM’ê îro li ser 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Îro li hemû cîhanê mafên mirovan ên bingehîn tê binpêkirin û ji ber hincetên ‘şer’ rejîmên rewşa awarte tên îlankirin. Ev krîzeke mezin a mirovahiyê ye.”
NAV-DEM’ê di daxuyaniyê de bang kir ku divê li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê ew dakevin qadan û banga çalakiyan kir.
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
8’ê Kanûnê – Dusseldorf: Saet di navbera 16.00-19.00’an de Bertha v. Sûttner Platz, standa agahdarkirinê
9’ê Kanûnê – Hannover saet di navbera 14.00’an de li pêşiya HBF’ê meş û mîtîng
9’ê Kanûnê - Bodensee, saet di navbera 16.00’an de li Wîlhemplatzê mîtîng
9’ê Kanûnê - Li temamî NRW’ê saet di 13.00’an de li Koln Bahnofvorplatzê mîtîng
9’ê Kanûnê - Hambûrg, saet di navbera 15.00’an de li pêşiya HBF’ê meş û mîtîng
9’ê Kanûnê – Berlîn, saet di navbera 15.00’an de li Hermanplatzê mîtîng
10’ê Kanûnê – Hannover, saet di navbera 12.00-18.00’an de li pêşiya HBF’ê nobeta hişyarkirinê
10’ê Kanûnê –Hanaû saet di navbera 13.00-15.00’an de li Marktplatzê standa agahdarkirinê.