Rêxistina herî mezin a sîwanî ya Kurdên li Elmanyayê; Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ku 260 sazî û komeleyên xwe hene, bi beşdariya 900 delegeyî kongreya xwe ya 5'êmîn li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk anî. Kongreyê du rojan dewam kir û tevî delegeyan, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Elmanya, Kurdistan û Tirkiyeyê tevlî bûn û mesaja piştgiriyê dan. Qiseker bi giranî li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê û polîtîkaya Elmanyayê ya li ser Kurdan rawestiyan. Di kongreyê de ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan biryar hatin standin.
Ji bo Hevserokatiya NAV-DEM'ê Ayten Kaplan û Tahir Koçer ji nû ve hatin hilbijartin.
Di kongreyê de polîtîkaya Elmanyayê ya li ser Kurdan hate rexnekirin, qedexekirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan û girtina siyasetmedarên Kurd hatin şermezarkirin.
Hate destnîşankirin ku divê kampanya "Êdî Bes e" hê bi xurtî were meşandin.
BIRYARÊN DI KONGREYÊ DE HATIN STANDIN
Çend ji biryarên di kongreyê de hatin standin:
* NAV-DEM azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weke azadî û ewlekariya gelê Kurd ê li çar parçeyan û li derveyî welat dibîne. Karê di vî warî de wê rojeva bingehîn a NAV-DEM'ê be.
* NAV-DEM mal û tûrîzma Tirkan boykot dike û bang li hemû endam û xebatkarên xwe dike ku neçin Tirkiyeyê û malên Tirkan nekirin.
* Kampanya alîkariyê ya ji bo Efrînê wê bi rengekî çalak bidomîne.
* Li dijî komkujiyan, li dijî her şêwe şîdet û cihêkariya li hemberî jinê wê bi awayekî aktîf têbikoşe. Ji bo afirandina civakeke azadîparêziya jinê û demokratîk, li dijî zext û paşverûtiya kevneşop û modernîzmê wê karê perwerdeyî û çalakiyan bike. Her wiha wê plansaziya YJK-E ya di vî warî de weke karekî esasî bibîne û xwedî lê derkeve.
* Di çarçoveya karên raya giştî-lobî de ji bo Kurd li asta federal, eyalet û herêman cihê xwe di nva partiyên siyasî, meclîs, sendîka û saziyên mîna wan de bigirin, wê teşwîq bike. Ji bo pêşî li qedexekirina PKK, sembolên rêxistinên Kurdan û girtina siyasetmedaran bigire, wê karên xwe yên hiqûqî, dîplomatîk û siyasî bi rêbazeke berfireh a kampanyayê bimeşîne.
* Di mijara mafên bingehîn de wê kampanya "Êdî Bes e, Es Reicht" a li Elmanyayê bi berfirehî bimeşîne.
* Ji bo nasnameya Kurdan ji aliyê dewleta Elmanyayê ve were qebûlkirin wê karê xwe bidomîne.
* Ji bo perwerdeya zimanê Kurdî li dibistanên giştî yên Elmanyayê were qebûlkirin wê kar bike.
* Bi qasî çareseriya pirsgirêka Kurd, wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welatê em lê dijîn di asta pêşengiyê de bikeve nava hewldana. Bi vê armancê wê bi sazî û rêxistinên antî faşîst, demokratîk, pêşverû, femînîst, ekolojîk, azadîparêz, însanî, aştiyane, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û kesayetan re di platformên hevpar de kar bike.
* Ji bo muzîk, govend, şano, wêje û sînemaya Kurd bê pêşvebirin û ji civakê re bên pêşkêşkirin, şert û merc bên afirandin û di asteke xurt de xwedî li wan bê derketin.
AYTEN KAPLAN Û TAHIR KOÇER JI NÛ VE BÛN HEVSEROK
Piştî girtina biryaran, hilbijartin hate kirin. Di endamê de Ayten Kaplan û Tahir Koçer ji nû ve bûn Hevserokên NAV-DEM'ê. Vîldan Dîrîk, Altûn Bîschoff, Yavûz Fersallioglû, Niyazî Oztaş û Mahmût Unver jî ji bo rêveberiya bilind a rêxistina sîwanî hatin hilbijartin.