NAV-DEM: Divê hemû kes berê xwe bide çalakiyên ji bo Efrînê

NAV-DEM’ê diyar kir ku berxwedana li Efrînê ketiye qonaxeke nû û wiha got; “Di vê em karê xwe li aliyekî bihêlin, berê xwe bidin çalakiyên ji bo Efrînê.”

NAV-DEM’ê têkildarî dagirkeriya li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got; “Piştî artêşa faşîst a TC û çeteyên wê Efrîn dagir kir û şûnde em derbasî qonaxeke nû dibin.”

‘BI ÇETEYAN RE TALANÊ DIKIN’

Daxuyaniya NAV-DEM’ê wiha ye; “Artêşa faşîsta Dewleta TC a qetilker, mêtînger bi hemû teknîka xwe hem ji bejahî û hej jî hewayî êrîşên xwe zêde kirine; çeteyên faşîst û dagirker El Kaide, DAIŞ, El Nûsra, JOH, POH û TOH li pêş çavên hemû cîhanê alavên welatiyan talan dikin û di kolanên Efrînê de pozan didin.

Em bang li cîhanê, li Ewropa û li hêzên ku di koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de dikin:

Çeteyên El Kaîde, DAIŞ û El Nûsra ku bi gotinê hûn li dijî wan in; bi artêşa dagirker a TC’yê re li kolanên Efrînê poz didin, di serî de mal û mulkên Kurdistaniyan û gelên din talan dikin û nirxên dîrokî yên Kurdan îmha dikin.

Erdoganê faşîst û diktator li dijî gelê Kurd fermana qikirinê daye û di pratîkê de jî vê bi dagirkirina Efrînê de pêk tîne.

‘ŞERVANAN GEL JI KOMKUJIYAN RIZGAR KIRIN’

Şervanên YPG/YPJ û QSD’ê bi tehliyekirina gelê Efrînê re bi sed hezaran mirovên me ji komkujiyê rizgar kirin. Li Efrîna ku bi sed hezaran mirov lê dijîn, li dijî vê hovitiyê domandina eniya şer ne rast e. Di şerê ji niha û pêve de di aliyê şervanên YPG/YPJ û QSD’ê de hê bêhtir xwedî qezençan e.

BANG

Li dijî vê talan, dagirkerî û komkujiyê bêdengmayîna me ne mumkun e. Em ê karê xwe li aliyekî bihêlin û berê xwe bidin çalakiyên ji bo berxwedana Efrînê.

Ji ber vê sedemê tevlîbûna meclîsên me, hevparên me, rêxistinên me, hemû gelê me û dostên wan bi taybet tevlîbûna ji bo çalakiyên li NY Cenevre û çalakiya li Brukselê gelek girîng e.

Pîrozbahiyên Newrozê ji bo xwedîderketian li Efrînê divê bihêz were kirin. Ji bo Efrînê em seferber bikin û li cihê em lê ne her derî veguherînin cihê berxwedanê.”