Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di salvgera 19. a komploya 15’ê Sibatê de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê li Strasboûrgê meşeke navendî ya Ewropayê li dar bixin û bang kir ku her kes xwe tevlî vê meşê bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin di şexsê Ocalan de, ku 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navdewletî hate revandin, radestiyê Tirkiyê hate kirin û ev 18 sal in di girtîgeke giravê de bi tena serê xwe di tecrîdê de tê hiştin, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hatine hedefkirin, ev bi geşedanên siyasî yên ku niha têne jiyîn hatiye çespandin û komploya navdewletî ya ku xwe li ser înkara Kurdan ava kirî, gelên Rojhilata Navîn ji xwe re kirî hedef, bi 15’ê Sibatê re hate xwestin ku ev mebest were temamkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin faşîzma netew-dewletê ya ku xwe spartî nîjatperestî, mezhebparêzî, dîndariya tundrew û zayendîparêziyê, xwe li ser komploya sed salekê ava kiriye û ji bo ku çareseriya neteweya demokratîk û konfederalîzm taloke hatiye dîtin Ocalan hatiye hedefkirin, her roja ku diçe ev tê çespandin.
Bi berdewamî hate gotin, ‘’Naxwe rêya pûçkirina komployê ya ku li gelê me û gelên me hatiye ferzkirin, avakirina yekîtiya azad û demokratîk a Kurdan, yekîtiya etnîk, dînî, mezhebî, çandî ya bi hemû reng û dengên Rojhilat Navîn ya bi rengekî azad û demokratîk di azadkirina Birêz Ocalan û di pêkanîna projeya neteweya demokratîk de ye’’ û her wiha hate gotin ne tenê ji bo çareseriya Kurdan û tenê ne tenê ji bo gelên herêmê bikaribin ji kaosê derbikevin, berxwedan û têkoşîna Ocalan ji hemû arîşeyên global re jî bûye hêvî û projeyek û têkoşîna wî bûye xwedî xisletekî enternasyonal.
Di dawiyê de bang hate kirin ku ji rasteqîniya azadiya Ocalan di heman demê de azadiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê ye, hemû Kurdistanî, gelên peşverû, demokrat, azadîxwaz, şoreşger di salvgera komployê de, xwe tevlî meşa 11’ê Sibatê bikin ku wê li bajarê Strasboûrg a Fransayê pêk were.