NAV-DEM: 2’yê Kanûnê li Stûttgartê û Hannoverê em werin cem hev

NAV-DEM’ê bang kir ku her kes 2’yê Kanûnê tevlî meşa Stûttgartê û Hannoverê bibe.

NAV-DEM’ê di daxuyaniya nivîskî de got:

‘’2’yê Kanûna 2017’an, Şemiyê li Stûttgartê ya Elmanyayê bi Pêşengiya Tevgera Ciwanan bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyeke navendî çêbibe. Pir girîng e ku hemû avaniya me tevlî vê çalakiya bi pêşengiya ciwanan bibe. Divê em ji ya 4’ê Mijdarê ya li Dûsserdorfê ya bêhempa xurttir tevlî vê çalakiyê bibin.

Her wiha 2’yê Kanûna 2017’an Şemiyê li Hannoverê ya Elmanya jî, bi tevlêbûna hêzên demokrasiyê, bi tevlêbûna 10 hezaran wê çalakiyek bibe. Em jî bi hêza xwe ya girseyî tevlî vê çalakiyê dibin. Li dijî qedexeyên Elmanya yên li ser me divê em dengê xwe bilind bikin. Ji bo vê jî em bang li Kurdistaniyên li Hannover, Celle, Salzgîtter, Oldenbûrg, Bremen, Hambûrg, Berlîn, Kassel, Sachsenê dikin ku bi regekî xurt tevlî vê çalakiyê bibin.’’