Di civîna wezîrên derve yên welatên NATO’yê de bicihkirina sîstema parastina hewayî ya Patriotê li ser sînorê Tirkiyeyê hate pesendkirin.
Wezîrên derve yên NATO’yê bicihkirina fuzeyan li Tirkiyeyê erê kir. Wezîrê Derve yê Almanyayê Guido Westerwelle daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku NATO’yê bicihkirina Patriotan li ser sînorê Tirkiyeyê erê kiriye.
Tê payin ku Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen derbarê mijdarê de daxuyaniyekê bide.
Tirkiyeyê 21ê Mijdarê bi awayeke fermî ji NATO’yê daxwaz kiribû ku li ser sînorê Sûriyeyê sîstema parastina hewayî ya Patriot bi cih bike.