Nasrallah: Şerê me li dijî Selefiyên dixwazin her kesî tine bikin e
Nasrallah: Şerê me li dijî Selefiyên dixwazin her kesî tine bikin e
Nasrallah: Şerê me li dijî Selefiyên dixwazin her kesî tine bikin e
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Hasrallah li Beyrûtê di ‘Şeva îhya ya Aşurayê’ de axivî û diyar kir ku pozîsyona wan a di şerê li Rojhilata de, li dijî Selefiyên ku dixwazin her kesî tine bikin e.
Nasrallah destnîşan kir ku şer û krîza ku li Rojhilata Navîn rû daye, ji pevçûna Şîa-Sunnî wêdetir e û bang li aliyê Sunnî kir ku tiştên tên jiyîn bibînin û bi baldarî tevbigerin.
EGER HÎZBULLAH TINEBÛYA DÊ DAIŞ LI LUBNANÊ JÎ BELAV BIBÛYA
Nasrallah di mijara şerê diqewime de bang li aliyê Îslamî yên Sunnî kir ku rewşê fêm bikin û li gorî wê tevbigerin û wiha got: “Şerê me ne li hemberî Sunniyan e. Yên ku dixwazin tine bikin û bi pelçiqînin yên yek fikrparêzin û Îsraîl e.
Hasan Nasrallah ji ber bûyerên Trablusê ku gelek kesî ji pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye jî aliyên îslama sunî berpirs dît û wiha berdewam kir: “Yên ku ev musîbet li serê Lubnanê kirine bela, bi taybet yên bakur û merciyên olî û siyasî yên Ehlî Sunnet ya ekola îslamî ne û ev şerê me li dijî hegomonyaya Amerîka û projeya Îsraîlê ye.
Nasrullah der barê DAIŞ’ê de jî nêrînên xwe got: “Eger ku Hîzbullah li Sûriyeyê tinebûya, cînayetên DAIŞ’ê dê li Lubananê heta eşîran belav bûya.
Nasrullah, destnîşna kir ku tevgera Hîzbullahê dê gelê Sûriyeyê biparêze û wiha pê de çû: “Hinek alî naxwazin Hîzbullah gelê Sûriyeyê biparêze û ev jî aliyên ku gelê Lubnanê nafikirine. Ez piştgiriyê didim namzetiya serokomarê Lubnanê Mîşel Avn."