Nasnmeya 6 gerîlayên PKK’ê hat aşkerakirin
Nasnmeya 6 gerîlayên PKK’ê hat aşkerakirin
Nasnmeya 6 gerîlayên PKK’ê hat aşkerakirin
Komîteya Şehîdan a KCK’ê nasnameya 6 gerîlyanên ARGK’ê ku di dîrokên cuda de şehîd ketine aşkera kir.
Nasnameya 6 gerîlayên ji Rihayê ne wiha ye;
-Erdal Ceylan (Şexo)
Di sala 1975 li navçeya Pirsûs a Rihayê ji dayik bûye, di 1994’an de tevli bûye, li Zagrosê jiyana xwe ji dest daye.
-Metîn Ceylan (Mahîr)
Di 1978’ê de li Pirsûs a Rihayê ji dayik bûye, di 1994’an de tevli bûye, di 1997’an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest daye.
-Mehmet Salîh Ceylan (Zinar)
Di 1969’an de li Pirsûsê hatiye dinê, di 1995’an de tevli bûye, di 1997’an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest daye.
-Mucahît Kaya (Baran Gap-Fuat)
Di 1975’an de li Bîrecîk a Rihayê ji dayik bûye, di 1998’an de li Gabarê jiyana xwe ji dest daye.
-Celal Sezer (Dilbirîn)
Di 1979’an de li Pirsûs a Rihayê ji dayik bûye, di 1995’an de li Pirsûsê tevli bûye û di 1999’an de li Çelê Girê Buka jiyan axwe ji dest da.
-Bedrettin Kaya (Omer)
Di 1974’an de li Bîrecîk a Rihayê hatiye dinê, di1994’an de li Dîlokê tevli bûye, di 13’ê Gulana 1997’an de li Garisa 5 Sêrtê jiyana xwe ji dest daye.
Komîteyê ji bo 6 malbatên gerîlyan nameyek hevpar şand.
Di nameyê de hate diyar kirin ku ji ber şert û mercan û hinek bêderfetiyan û ji ber negîhandina navnîşanan hinek dereng agahiyê didin.
Di nameyê de ji gelê kurd û malbatan re sersaxî hate xwestin û wiha hate gotin: “Em êşa we malbatan parve dikin û wem wek hevalên wan dixwazin hun bi zanin ku em bi qasî we êşa hevalên xwe dikişînin. Em vê êşa xwe bi rakirina al û çekan wan bi têkoşîna ku didin meşandin hinek zivik dikin. Em dixwazn ku hun malbatên bi rumet bi sebr û metanetê nêzî van şehadetan bibin.”
Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Hun çiqas bi ewladên xwe serbilind bin evqas di cih de ye. Em wek rêhevalên wan bi wan serbilindin. Em ji bo armanca wan pêk bînin û ala wan hildin dê heta dawiyê têbikoşin. Şehîdên me şeref ala xwe dewrê me kirin. Ev çavkaniya hêza me ne,roja me ne. Bersiva me ya herî baş ji bo şehîdên me dê welatekî azad û gelekî azad be.