Nasnameyên şervanên YPG’ê û Asayîşê hatin aşkera kirin

Nasnameyên şervanên YPG’ê û Asayîşê hatin aşkera kirin

Navendên çapemeniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Asayîşa Rojavayê Kurdistanê navên endamên xwe yên di êrîşên çeteyê El-Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam ên li Serêkaniyê û Çelaxa de jiyana xwe jidest dane eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG᾿ê navê 4 şervanên YPG᾿ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Şervanê YPG’ê Sirûr Xincir ê binasnav Zinar Dêrik, li gundê Bana Şikeftê yê Dêrikê ji dayîkbûye. Kanîwar Mihemed Emîn Reşo binasnav Egîd, li Qamişloyê hate cîhanê, 24’ê Tîrmehê li Çelaxa di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Şervanê YPG’ê Enwer Qoqyan, li Serêkaniyê hate dînê. Enwer Qoqyan piştî ku birayê wî Xalid Qoqyan di sala 2012’an de jiyana xwe ji dest dide tevlî nava refên YPG’ê dibe. Hêjayî gotinê ye ku bavê du zarokane. Şervanê YPG’ê Xelîl Emer binasnav Rojhat, li Amûdê jidayîkbûye. Şervanên YPG’ê di 24’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Asayîşê jî navê 2 endamên Asayîşê wiha ne:

Endamê Asayîşê Dawûd Seydo, di sala 1981’an de li Serêkaniyê jidayîkbûye. Mistefa Îso, li Gundê Til Xenzîr yê Serêkaniyê di sala 1980’an de jidayîkbûye. Her du endamên asayîşê 24’ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest dan.