Nasnameya bombeyê zindî yê DAIŞ'î yê xwe li Îstîklalê teqand, eşkere bû

Çeteyê DAIŞ'ê yê roja Şemiyê li kolana Îstîklal a Stenbolê bombeyên li ser xwe teqand û rê li ber mirina çar kesan vekir, bi testa DNA'yê re eşkere bû, ku Mehmet Ozturk e.

Ji bo eşkerekirina nasnameya êrîşkarê bombeyî, li ser gumana dihat kirin ji bavê Mehmet Ozturk ê li Dîlokê xwîn hat girtin û di encama testa DNA ya li ser vê xwînê de eşkere bû ku êrîşkar Mehmet Ozturk ê 24 salî yê DAIŞ'î ye. Ji bavê gumanbarekî din ê êrîşê Savaş Y. jî ji bo testê xwîn hatibû girtin.

Rayedarên hikûmeta AKP'ê piştî êrîşa duh nedixwestin navê DAIŞ'ê bilêv bikin û PKK sûcdar kiribûn.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû beriya niha daxuyaniyek dabû û gotibû, "Lîsteya navê bombeyên zindî yên li Tirkiyeyê li ber destê me hene, lê belê heta ku çalakiyê nekin, em nikarin bigirin."

Di vê lîsteya ku Davûtoglû qala wê dikir de navê Mehmet Ozturk jî hebû û ev di çapemeniyê de hatibû weşandin.