Nasnameya 4 cangoriyên YPG'yî hat ragihandin
Nasnameya 4 cangoriyên YPG'yî hat ragihandin
Nasnameya 4 cangoriyên YPG'yî hat ragihandin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG), nasnameya 4 şervanên xwe yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Êrîşên çeteyan bi hovîtiyeke mezin û dijwar li dijî herêma Kobanê didomin. Li hemberî wê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê bi derfetên kêm berxwedaneke bêhempa didin meşandin û li hemberî çeteyan disekinin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 tekoşerên xwe yên di berxwedana Kobanê de li hemberî çeteyan sekinîn û jiyana xwe ji dest dan ragihand.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her çar cangoriyan bi vî rengî ye:
Nav: Basil Dawûd
Nasnav: Mezlûm Qendîl
Cihê jidayîkbûnê :Efrîn
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê: 19 – 11 – 2014 Kobanê
Nav: Ehmed Îsmayîl
Nasnav: Mezlûm Xurxurê
Cihê jidayîkbûnê : Xurxurê
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê: 16'ê mijdara 2014'an
Nasnav: Adil Rustem
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê: Kobanê/18'ê Mijdara 2014'an
Nasnav: Serhildan Demhat
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê: Kobanê/17'ê mijdara 2014'an
Di berdewamiya daxuyaniya YPG'ê de wiha hat gotin: "Rêhevalên me yên şehîd bi xwîna xwe dara azadiyê û berxwedanê av didin û banga serketinê dikin. 4 Şehîdên me canê xwe ji bo nirxên giranbuha feda kirin. Em soz didin şehîdên xwe ku heta serketinê em ê şopdarên rêya wan bin."