Nasnameya 20 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn
Nasnameya 20 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn
Nasnameya 20 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn
Komîteya Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 20 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Komîteya Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 20 gerîlayên di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Di daxuyaniya Komîteya Şehîdan a PKK'ê de wiha hat gotin: "Gelê me gelê şehîdan e. Tevî ku bi qasî gelê ti gelî şehîd nedane, gelê me berdêla vê negirtiye.
Şehîdên me mîna xelekên zincîrê bi hev hatine girêdan, hebûna me ya partiyê dorpêç kirine û xwedî wê taybetmendiyê ne ku ji bo em xwe bigihînin nirxên rastî yên şoreşgeriyê, wan biparêzin û zexim bikin, me her tim hişyar dikin.
Cidiyeta tevgera PKK'ê, ji hevgirtina armancên wê, ji sekna endamên wê yên ji bo serketina van armancên bilind bêyî dudiliyê her tim amade ne canê xwe feda bikin, tê. Eger em bixwazin fêr bibin bê rêxistinek çiqas bi biryar e, divê em li endamên wê rêxistinê binêrin ku di her şert û mercî de tevî hemû zor û zehmetiyan ji bo wê çiqas ji mirinê re amade ne, binêrin. Pêkanîn jî di vî alî de be, wê demê ev rêxistin rêxistineke pir cidî ye. Eger ew ji wan kesên ku di rojên xweş û rehet de li dora nirxan dicivin, lê di rojên zehmet an jî li pêşberî zexteke biçûk de ji hev belav dibin bin, hingî dikare bê gotin ku gotinên wan çi dibe bila bibe ew mirovên tehlûke ne, di şerên mezin ên mîna şerê gelan de divê bawerî bi van neyê kirin û tiştek radestî wan neyê kirin, ku ev nikarin bi berpirsyariya wan rabin.
Eger neteweyek rastî êrîşê tê û endamên wê neteweyê dernakevin pêş, hesap napirsin, bi tenê rondikên çavan dibarînin, hingî heq e lanet li wê netewe û endamên wê bê kirin. Ne kes neteweyên bi vî rengî dibîne, ne jî hurmetê nîşan dide. Şîdeta zexta lê tê kirin çiqasî dijwar be jî, çiqasî rastî neheqiyê bên jî eger ew kes ji bo azadiyê ranebin ser piyan û xwe ji vê tevgerê vegirin, wê demê her tim dikarin bibin kole.
Yên ku li ser navê rizgarîxwaziya neteweyî zimandirêjiyê dikin, lê di oxira wê de dilopek xwînê jî narijînin, gelekî rast e ku bi lanetê bên bîranîn, weke mirovên rûreş ên nikaribin derkevin nava mirovahiyê û her roj bi vê şermê hezar carî bimirin, werin pênasekirin.
Di navbera nêzîkatî û pratîka kesên di wê baweriyê de ne, ku qudreta jiyanê ya neteweyekê li gorî mirovên di şerê azadiya wê de bêyî dudiliyê canê xwe feda dikin û biryara tevlîbûna şerê wê dane de, cudahiyên mezin hene. Dîrokê bi mînakên bêdawî nîşanî me daye ku gel û çînên gihane serketinê, li ser vê bingehê tevgeriyan e.
Ji ber vê yekê em dibêjin, ku divê gelê Kurd û gelên li Kurdistanê dijîn li roja me ya îro binêrin û baştir fêm bikin ku rastiya şehîdan a PKK'ê tê çi wateyê.
Baweriya me tam e ku gelê me, raya giştî ya demokratîk û tevahiya dostên gelê Kurd wê li gorî ronahiya vê rastiyê ji her demê bêtir, li pêşberî rastiya şehîdan a PKK'ê hestyar bin, mîna xeleke ji agir a xurt xwedî li şehîdên me derkevin. Heta dawiyê em bawer in ku gelê me wê her tim bibe şopdarên baş ên armancên şehîdên me û ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û hemû dostan dikin ku careke din li dora rastiya şehîdan bibin yek."
Nasnameya gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
Muhsîn Yaşik bi nasnav Xeyrî, di sala 1981'ê de li Bazîdê ji dayik bû, di 5'ê Tebaxa 1999'an de Eledag a Erdîşê jiyana xwe ji dest da.
Mûstafa Karagîş bi nasnav Serhat, di sala 1975'an de li Gundê Tavla yê navçeya Agirî Giyadînê ji dayik bû, di sala 1998'an de li Pasûr a Amedê jiyana xwe ji dest da.
Abdûllah Îlboga bi nasnav Hoşîmîn, li Giyadîna Agirî ji dayik bû, di sala 1993'an de beşdar bû, di sala 1994'an de li Tendurekê jiyana xwe ji dest da.
M. Nezîr Şîmşek bi nasnav Harûn, di sala 1964'an de li gundê Eleşkîrt a Bazîdê ji dayik bû, di sala 1990'î de beşdar bû, di 14'ê Çileya 1992'an de li Zaxo Simbla jiyana xwe ji dest da.
Kenan Soysal bi nasnav Zinar, di sala 1974'an de li gundê Buyukdamlacik ê Şereflîkoçhîsar ji dayik bû, di sala 1992'an de beşdar bû, di 13'ê Sibata 1995'an de li Lice ya Amedê jiyana xwe ji dest da.
Sînan Soysal bi nasnav Çiya, di sala 1977'an de li gundê Buyukdamlacik ê Şereflîkoçhîsar ji dayik bû, di sala 1992'an de beşdar bû, di 1'ê Cotmeha 1992'an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest da.
Halîs Turel bi nasnav Baran Botan, di sala 1973'an de li Tetwanê ji dayik bû, di sala 1992'an de beşdar bû, di sala 1994'an de li Pilemûr a Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Kaplan bi nasnav Şahîd, di sala 1972'an de li Tetwanê ji dayik bû, di sala 1991'ê de beşdar bû, di sala 1993'an de li Şax a Wanê jiyana xwe ji dest da.
Sabahattîn Peker bi nasnav Ozkan, di sala 1975'an de li Tetwanê ji dayik bû, di sala 1992'an de beşdar bû, di sala 1994'an de li Pasûr a Amedê jiyana xwe ji dest da.
Serhat Yavûz bi nasnav Alî Amed, di sala 1980 de li Bedlîsê ji dayik bû, di sala 1997'an de beşdar bû, di 8'ê adara 1998'an de li Tûzlûca ya Erzîromê jiyana xwe ji dest da.
Huseyîn Ozmen bi nasnav Şêr, di sala 1976'an de li gundê Behmûr ê Cizîrê ji dayik bû, di sala 1994'an de beşdar bû, di 10'ê Mijdara 1995'an de li Sason Helîse jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Aytîş bi nasnav Selman Silopî, di sala 1974'an de li Silopiyayê ji dayik bû, di sala 1990'î de beşdar bû, di 22'ê Cotmeah 1998'an de li Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da.
Sêvê Taratay bi nasnav Bişeng, li gundê Serebiye yê Şirnexê ji dayik bû, di sala 1993'an de beşdar bû, di 16'ê Îlona 1995'an de li Cûdî jiyana xwe ji dest da.
Abdîdîn Kaplan bi nasnav Rûbar Kanî, di sala 1971'ê de li gundê Ayvan ê Şirnexê ji dayik bû, di sala 1989'an de li beşdar bû, di 8'ê Îlona 1998'an de li Pîran Gorse ya Amedê jiyana xwe ji dest da.
Adil Yaman bi nasnav Hasan, di sala 1971'ê de li gundê Repîn ê Qilaban a Şirnexê ji dayik bû, di sala 1987'an de beşdar bû, di sala 1992'an de li gundê Rûbar ê Berwariyê jiyana xwe ji dest da.
Abdûrrahîm Yuruk bi nasnav Lokman, li navçeya Şirnex Cizîrê ji dayik bû, di sala 1990'î de beşdar bû, di sala 1993'an de li Cizîrê jiyana xwe ji dest da.
Îlhan Sumer bi nasnav Botan Argeş, di sala 1975'an de li gundê Mezra yê Elkê ji dayik bû, di sala 1995'an de beşdar bû, di 25'ê Îlona 1997'an de li Meletiyê jiyana xwe ji dest da.
Îslam Beşîr Altay bi nasnav Beşîr Sason, di sala 1977'an de li gundê Yavarli yê Hezexê ji dayik bû, di sala 1991'ê de beşdar bû, di sala 1997'an de li Gabarê jiyana xwe ji dest da.
Uzeyîr Bayik bi nasnav Bedran, di sala 1973'an de li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1989'an de beşdar bû, di 14'ê Tîrmeha 1999'an de di çalakiya Kasre ya li Qendîlê de jiyana xwe ji dest da.
Lehlî Bayik bi nasnav Azîme, di sala 1977'an de li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1991'ê de beşdar bû, di sala 1996'an de li Zagros Mîrosê jiyana xwe ji dest da.