Nasnameya 10 gerîlayan hate eşkerekirin

Komîteya Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 10 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.

Komîteya Şehîdan a PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şehîdên me, ku mîna bayekî li çar aliyên cîhanê belav bûne û bi rastiya Rêber Apo di nava sira azadiyê de xwe bi eşq û kedê helandine û bûne rêveberên têkoşîna mirovahî û rûmetê, PKK a ku yekparebûna vê îfade dike û gelê me ku di Newrozê de sekneke bi heybet nîşan da, îspat kirin ku Kurdistan bê xwedî û bê gel nîne.

Em şehîdên xwe bi minetdarî û rêzdariyeke mezin bibîr tînin û dibêjin, ku em ê di her kêliyê de şopdarên şehîdên xwe bin, ku ji bo azadiya Rêber Apo, gelê me û rizgariya Kurdistanê canê xwe feda kirine. Em soza xwe dubare dikin, ku em ê bîranîna wan, têkoşîna wan bê rawestan bigihînin siberojê. Di serî de ji dayikên me yên hêja re, ku bi lehengî li ber xwe didin û bi meşeke bi biryar serketinê misoger dikin, em ji hemû xizmên wan û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 10 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ye:

Nasnav: Zemgîn
Nav paşnav: Abdullah Tapan
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Dayik-Bav: Emîne-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 1997 / Dersîm

Nasnav: Garzan
Nav paşnav: Beşîr Tutuncu
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Cemîle-Faka
Dem û cihê şehadetê: 14.09.1994 / Bedlîs

Nasnav: Berfîn Tolhildan
Nav paşnav: Emîne Bozan
Cihê jidayikbûnê: Dîlok
Dayik-Bav: Yuksel-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 17.11.1997 / Qendîl

Nasnav: Besê
Nav paşnav: Emîne Kaya
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Nûfa-Celîl
Dem û cihê şehadetê: 14.04.1997 / Dersîm

Nasnav: Necîp
Nav paşnav: Faysal Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Halîme-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 1991 / Elkê

Nasnav: Rozerîn
Nav paşnav: Garîpşah Gumuş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hamdiye-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 1998 / Amed

Nasnav: Dîlan Gul
Nav paşnav: Gervet Şengul
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Saadet-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 20.11.1996 / Bedlîs

Nasnav: Adar
Nav paşnav: Gûrbet Kelleş
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Fehîme-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 1997 / Cûdî

Nasnav: Bedrettîn
Nav paşnav: Habîb Aydogan
Cihê jidayikbûnê: Enqere
Dayik-Bav: -
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 1998 / Semsûr

Nasnav: Amed
Nav paşnav: Sînan Karagoz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Mislime-Seyda
Dem û cihê şehadetê: 04.10.1993 / Amed