BI DÎMEN

Nasname û dîmenê polîsê li Sûrê klîba nîjadperestî kişand

Li gorî agahiyên ANF'ê peyda kir, klîba ji gotinên nîjadperestî ya bi muzîka rapê çêkirin, ji aliyê polîsê bi navê Mehmet Azîmlî ve hatiye amadekirin.

Nasnameya polîsê li Sûrê klîba nîjadperestî kişand, eşkere bû. Derket holê ev klîb ji aliyê polîsê bi navê Mehmet Azîmlî ve hatiye kişandin.

Klîbeke nîjadperestî ya li navçeya Amed Sûrê di dema êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê de hat kişandin, berî çend rojan di tora medya civakî de hatibû weşandin. Di klîbê de heqaret li Kurdan û Ermeniyan tê kirin.

Li gorî agahiyên ANF'ê peyda kir, klîba ji gotinên nîjadperestî ya bi muzîka rapê çêkirin, ji aliyê polîsê bi navê Mehmet Azîmlî ve hatiye amadekirin. Azîmlî di klîbê de rûyê xwe pêçandiye.

Hat hînbûn, Azlîmlî ji Mersînê ye, ji dema dibistanan lîseyê ve muzîka rapê çêdike û navê li xwe kiriye jî "Sato" ye. Azîmlî ku beriya niha di nava ekîbên 'çevîk kûvvet' ên li Bayrampaşa ya Stenbolê de cih digirt, niha li Amedê di nava vê ekîba polîsan de ye.

Derket holê, ev polîsê nîjadperest beriya niha tevlî bernameyeke televîzyonê ya bi navê "Beyaz Show" bûye.

Dîmenê Mehmet Azîmlî ev e: