Namzetên HDP’ê bi gel re dicivin

Namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê û rêveberên navçe û bajaran, 2 roj mayî ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re bi gel re dicivin. HDP’yî bal dikişînin ser ewlehiya sindoqan.

Namzetên HDP’ê yên li Amed û Edeneyê xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didominin.

AMED

Namzetên HDP’ê yên Amedê, 2 roj mayî ji bo hilbijartina, li navçeyan serdana welatiyan dikin. Namzetên ku li aliyekê bi gel re dicivin û li aliyekê serdan esnafan dikin û li aliyê din di nava hewldanên qanekirina welatiyan de ne. Namzet Salîha Aydenîz a di saetên sibê de dest bi kar ki li navçeya Bismil serdana 20 gundan kir.

Parlemeterê HDP’ê yê Stnebolê Gora Paylan jî li gel HDP’yiyan li Licê û Pasûr serdana esnafan kir. Paylan ê li her du navçeyan eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin, bal kişand ser ewlehiya sindoqan. Namzet Remziya tosûn û Abdurahîm Dûrmûş jî li Rezanê serdana Sîteya Bîşesazî ya Karê Metal kir.

Tosûn di serdanê de ji hilbijêran xwest ku xwedî li sindoqan derbikevin.

Ji namzetên HDP’ê yên ciwan Dersim Dag jî li navçeya Yenîşehîr serdan malan kir. Dag a di serdanê de axivî bibîr xist ku di mîtînga Amedê de encam derketiye holê.

Dîsa ji namzeta Adnan Selçûk Mizrakli bi HDP’yiyan re berê xwe da Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê, serdana nexweşan kir. Mizrakli li nexweşxaneyê bi dixtoran re jî hevdîtin pêk anî û ji vir veqetiya.

Namzetê HDP’ê Mehmet Temîzyuz jî li gundê Dedaş yê navçeya Hezroyê nimêja Înê kir û li vir bi Heyeta Qanekirinê ya partiya xwe re hinek hevdîtin pêk anî. Rûspiyên gund eleqeyek mezin nîşanî heyeta HDP’ê dan. Temîzyûz têkildarî xebatan agahî da û wiha got; “Gel ji xwe qane bûne. Heta niha ji piştgiriya dayîn AKP’ê li dijî gel li berxweketine. Wê edî dengê xwe nedin AKP’ê. Li tevahiya bajar me hevdîtin pêk anî û hemû kes qane bûn”.

Namzetên HDP’ê Îmam Taşçier, Dersim Dag, Semra Guzel, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, Hevserokê DBP’ê yê Amedê Îbrahîm Çîçek, Dayikên Aşitiyê û gelek kes li navçeya Peyasê çûn serdana konê sersaxiyê. Di dema serdanê de Îmam Taşçier ê HDP’yî axivî û bang li gel kir ku xwedî li deng û singodan derbikin û bibin muşahîdên sindoqan. Taşçîer qala bikaranîna dengên 24’ê Hezîranê kir û wiha got; “Bi temamî sîstem tê guhertin. Hiqûq dibe desthialtdar, daraz dibe serbixwe û ji bo mafên gelê Kurd were nasîn divê siyaseteke demokratîk bê birêvebirin. Ji bo vê divê hemû kes xwedî li deng û sindoqan derbikevin”.

EDENE

Li Edeneyê xebatên namzetên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê didomin. Namzetan li navenda bajar serdana dikandaran kirin û ji bo HDP û namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş deng xwestin. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkuçu û namzet Tulay Hatîmogûllari û Kemal Pekoz li Edeneyê bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan.

Kurkuçu li vir axvî û got tevî hemû zextan li ser piyanin û têdikoşin. Kurkçu wiha domand; “AKP hildiweşe. AKP wê di van hilbijartinan de biheje. AKP di 5 salên dawî de di aliyê hiqûq, edalet, mafê mirovan, aborî û rêveberiyê de hilweşiyaye. AKP wê hesabê vêya bide. Em ê qezenç bikin”.

Namzetan piştre Teahûdnameya Mafên + LGBTî ku bi hevkariya Komeleya LGBTÎ Ciwan ên Îzmirê birêvedir îmze kir. Li avahiya HDP’ê ya Edeneyê bi beşdarbûna endamên LGBTÎ, namzet Tulay Hatîmogûllari, Kemal Pekaz, Berîtan Onen û Rozerîn Tosûn merasîma îmzekirinê pêk hat.