Namzetê PE'yê Lugano li Romayê mîtîng pêk anî

Namzetê Parlamenta Ewropayê (PE) Mimo Lugano, li Romayê mîtîngek pêk anî. Kurdistanî jî tevlî mîtînga wî bûn.

Şaredarê berê yê Riaci û namzetê Parlamenta Ewropayê (PE) Mimo Lugano, li paytexta Îtalya Romayê li Zanîngeha Sapienzayê mîtîngek pêk anî.

Bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Kurdistanî jî bi pêşengiya Komîteya Kurd a Romayê tevlî mîtîngê bûn û bi pankartên xwe bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê.

Lugano li mîtîngê di axaftina xwe de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan silav kir û nerazîbûn nîşanî faşîzma li Îtalya û Ewropayê da.

Lugano ku Kurdistanî û sosyalîst piştgiriyê didin wî, weke kesekî dostê Kurd tê naskirin.