Namzetê Meraşê Bakir: Ji bo vegera ji sirgonê HDP

"Tenê ku rewşeke demokratîk çêbibe dikarin vegerin Meraşa ku vala bûye. Li Meraşê, ku tê xwestin hemû raçînka wê were tinekirin, bi civaka xwe re em dikarin dîsa aramiya civakî ava bikin."

Meraş ji ber sedema nasnameya xwe ya Kurd û Elewitiyê bû hedefa hemû desthilatdariyan, ji hela çandî, mezhebî, aborî û hemû qadan ve komkujî li ser hatin kirin, zext û zordarî li ser hate kirin, ji bo vê jî ji Meraşê gele mirovan koç kir. Bi HDP’ê re bêrîkirina Meraşiyan a li Meraşê û vegera li Meraşê zindî dibe. Meraşiyên ku li Ewropayê dijîn, Têkoşîna Azadiya Kurd ji her hêlê ve destek dikin. Helkefta Meraşê ya Ewropayê bi gavên xwe yên van salên dawî rihek daye hêla siyasî û civakî ya herêmê.

‘GELÊ MERAŞÊ TERTÛBELAV BÛ’

Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Meraşê Huseyîn Bakir, ku di rêza pêşî de ye li ser koçkirina zêde ya Meraşê got, ‘’Piştî Komkujiya Meraşê, ji ber sedema zexta zêde ya siyasî, aborî, piraniya gelê me yê ku ji hêla siyasî û têgihiştinê ve yek bû berê xwe dane bajarê mezin û derveyî welat. Pêla koçê ya ber bi Rojava û Ewropayê ve gelê Meraşê tertûbelav kiriye. Ji ber sedema girîngiya siyasî-stratejîk a ku dewletê dayî herêmê, hem li ser Kurdên welatparêz, hem li ser rêxistinên çepgir û Elewiyan polîtîkayên sistematik hatine kirin û bi rengekî tund ‘tişta hewce hatiye kirin.’’

POLÎTÎKAYA KOÇKIRINÊ Û PIRNISANDINÊ HATE FERZKIRIN

Bakir got ji ber nasnameya Kurd-Elewitiyê gelê Meraşê tim bûye hedef û got: ‘’Bersûcên Komkujiya Meraşê li şûna ku werin cezarkirin hatin xelatkriin, derdorên siyasî yên Tirk jî bi ser komkujiyê de neçûn, ji bo vê gelê Meraşê re bi êşa xwe re maye û zor lê hatiye kirin koç bike. Ev ji hêla civakî, siyasî û sosyolojîk ve bi kûrahî divê were lêkolan. Komkujiya Meraşê piştî encamên giran ên 12’ê Îlonê û piştre bi rengekî sistematik beşekî mezin ê civakê hate koçberkirin, dewletê armanc kiriye ku yên myî jî bipirsinîse. Kampa penaberan a li herêmê hatî çêkirin bi vê armanca siyasî ye.’’

KELECANÎ Û SEMPATIYEKE MEZIN HEYE

Li ser rewşa HDP’ê ya li herêmê Bakir got, ‘’Dema ku mirov li Meraşê, navçe û gundan li xebatan dinere desteka li HDP’ê baş e. Ji ber sedema zextan gel newêre bi rehetî li cem partiyê xuya bike. Li gelek deveran bi bêdengî desteka xwe nîşan dide. Li kelecanî û sempatiyeke zêde ya herêmê ji bo HDP’ê heye. Hemû hewldana me ew e ku problemên welêt bi rengekî rast em bibêjin, ramana azad û demokratîk serwer bibe, li van xakan xilasbûna zext û zordariyê, êş û girî, nêzîkatiya wekhev a li nasnameyên cuda daxwaza me ya herî mezin e.’’

‘BÊ DEMOKRASIYÊ VEGER NABE’

Bakir herî dawî got ew ji Meraşiyên Ewropayê hêvî dikin ku bi yekîtî rêxistiniya xwe bikin û bawer dike ku ew ê desteka madî û manewî bidin û domand, ‘’Ji ber ku tenê di rewşeke demokratîk de dikarin vegerin Meraşê ya ku vala bûye. Li Meraşê ku bi van polîtîkayên hovane hate xwestin hemû raçînka wê were tinekirin, bi gelê me yê koçkirî em dikarin dîsa aştî û aramiya civakî ava bikin. Ji bo demokrasi, azadî û biratiya gelan HDP hewce ye. Ez jidil bawer dikim ku dostên me yên hêja wê bi dengên xwe desteka xwe bidin hilbijartinê.’’

Jêderk: Yenî Ozgur Polîtîka