Namzetê HDP'ê yê Elewî Ozen: Elewî wê dengê xwe bidin HDP'ê

Ji namzetên HDP'ê yên li Stenbolê Zeynel Ozen diyar kir ku di nava desthilatdariya heyî de jiyana ewlehiya ne ewle ye û destnîşan kir ku Elewî wê dengê xwe bidin HDP'ê.

Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker di li herêma 3. a Stenbolê di rêza yekemîn de namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê bû. Lê belê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi rengekî nehiqûqî namzetiya wî veot kir. Li ser vê yekê, rêveberê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABK) û Federasyona Elewiyan li Swêdê Zeynel Ozen li şûna wî bû namzet. Ozen ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku Elewî bi rêya HDP'ê li meclîsê hatin temsîlkirin.

DIVÊ ELEWÎ LI MECLÎSÊ BÊN TEMSÎLKIRIN

Ozen bla kişand ser fenên di hilbijartina 1'ê Mijdarê de hatin kirin û diyar kir, AKP'ê di 1'ê Mijdarê de pêşî li temsîliyetê girtiye. Ozen got, "Di vê hilbijartinê de jî li pêşiya HDP'ê pirsgirêka bendê heye. Bend ji bo pêşî li temsîliyeta Kurdan bê girtin hate danîn. Lê belê bi biryara YSK'ê re me ev yek jî dît ku ji bo Elewî li meclîsê neyên temsîlkirin 2 namzetên me bi rengekî nehiqûqî bi biryara siyasî namzetiya wan hate vetokirin.

Em bi vê yekê bawer dikin; eger li vî welatî 15-20 milyon Elewî hene, divê bi nasnameya xwe li meclîsê werin temsîlkirin. HDP'ê di vê mijarê de heta dawiyê deriyên xwe li me vekir. Ji ber vê yekê em spasiya HDP'ê dikin, ji ber vê helwest û sekna xwe. Lewma em dibêjin em bi HDP'ê re henin, em ê bi HDP'ê re hebin."

METIRSÎ LI SER JIYANA EWLEKIYAN HEYE

Ozen destnîşan kir ku metirsî li ser jiyana Elewiyan heye û got, "Ez di wê baweriyê de me ku her Elewiyên xwedî wijdan wê teqez dengê xwe bidin HDP'ê. Li meydanan jî ez vê yekê dibînim. Ji dostên xwe yên CHP'î timî vê dibihîzim: 'Ji bo HDP ji bendê derbas bibe çi ji destê me tê em ê bikin'.

Ji bo rejîma yek şexsî têk biçe, Kurd çi ji destê wan bê wê bike û bi serbilindî bisekinin. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweş im. Em ê bi ser bikevin. Em ê rejîma yek şexsî hilweşînin û li Tirkiyeyeke demokratîk di nava aştî, dostanî, xwişk û biratiyê de bijîn."