Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Şahîn ku di 1’ê Gulanê de hat binçavkirin û 3 rojan di nezaretxaneyê de ma, diyar kir ku nehiştine dermanê xwe bikar bîne û 3 rojan rastî dijûnên giran hatiye.
ERDEM: AKP ATMOSFEREKE ALOZ DIXWAZE
Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdem nerazîbûn nîşanî şîdeta polîsan a 1’ê Gulanê da û got: “AKP dixwaze hilbijartinan provoke bike û aloziyê derxîne. Ya di 1’ê Gulanê de kir, vê nîşan dide. Salîh Şahîn, tevî ku gotiye ew namzete jî hatiye binçavkirin û rastî pêkanînan hatiye. Lê ev me asteng nake. Ji îro şûnde em bi hevalê xwe re xebatê dimeşînin.”
ŞAHÎN: DEST Û MILÊ MIN GIRTIN, NEHIŞTIN EZ BÊHNA XWE BIDIM
Şahîn pêkanîn ku jiyan wiha vegot: “Ji pişt ve min di carekê de avek hîs kir. Ti anons nehatibû kirin. Rasterast av avêtin. 5-6 kesên ku qet ne diyar bû polîsin ez girtim. Stûyê min xwar kirin. Devê min girtin, nehiştin ez bêhna xwe bigirim. Milê min girtin. Min got, ez namzetê HDP’ê me, lê tevî vê ez girtim. Di otobusa polîsan de jî destê min kelepçe kirin û ez tehdîd kirim.
NEHIŞTIN DERMANÊ XWE BI KAR BÎNIM
Di otobusê de nehiştin ez dermanê xwe bikar bînim. 4-5 polîs bi ser min de hatin. Bi pêhînan li min xistin. Hovîtiyek mezin bû. Ji bo muayeneya edliyeyê wesayît birin ber Nexweşxaneya Dewletê ya Dolapdereyê. Li wir jineke sivîl got ku yên li birînên wan hene, ez doktor im. Min jî got ez doktor im û bi vî awayî dermankirin nayê kirin. Got ez rapora derbê nadim we û neda.”
Şahîn tiştên li Edliyaya Çaglayanê jiya jî wiha vegot: “Em 6 kat di binê erdê de, di hucreyê de bûn. Sê rojan em li vir hatin girtin. Em rastî dijûn û heqeretan hatin. Hevalên me yên ciwan bi erdê re kaşkirin. Ew dîmen îşkenceyek mezin bû. Sê roj şûnd em derxistin dadgeriyê lê parêzerên me negirtin hundir. Lê di encama hewldana parêzerên me de, me bi parêzerên xwe re îfade da.”
Şahîn got ku dewlet bi vê tirsê dixwaze saltanata xwe li qesran bidomîne, lê min ciwan û parêzerên wir dîtin û got: “Ew ê destûrê nedin ku ew li qesran rûnin û saltanata xwe bidomînin.”
Parêzer Kadîr Tunç jî got demek dirêj nehiştine ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û got ku di aliyê qanûnî de binpêkirinên cidî hatine jiyîn.