Nakokiyên di navbera Enqerê û Bexdayê de zêde dibin
Nakokiyên di navbera Enqerê û Bexdayê de zêde dibin
Nakokiyên di navbera Enqerê û Bexdayê de zêde dibin
Iraqê ji ber hevkariya hevpeymana petrolê a dinavbera Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de ku nerazîbûn nîşa dayîbû û hat îdiakirin ku balefirgeha Başûrê Kurdistanê ji balefirên Tirkiyê re girtiye.
Piştî ku derkete holê hevpeymana di navbera Tirkiyê û Rêveberiya Herêmî a Başûrê Kurdistanê de li ser firotina petrola Kurdan hatiye îmzekirin şûnde dinavbera Enqere û Bexdayê de nakokî derketin.
Li gorî îdiaya rojnameya Hurriyet, rêveberiya navendî a Bexdadê duh di saetên direngiya şevê de balefirgeha Bakurê Iraqê ji balefirên teybet yên ji Tirkiyê bên re qepat kir.
Biryar piştî ku Wezîrê Enerjî û Jêderên xwezayî Taner Yildiz 2’ê Konûnê roja Duşemê li ser petrol û gaza xwezayî li Hewlêrê Konfiransekê çêdiki hat ragehandin şûnde, hat girtin.
Lê Enqereyê diyar kir ku hîna agahiyekî wiha ne gehiştiye wan.
JI WEZARETA KARÊN DERVE DAXUYANÎ
Li ser zêdebûna nakokiyan ji Enqereyê daxuyanî hat. Wezareta karên Derve li ser îmzekirina hevpeymana li gel Rêveberiya Herêmiya Kurd a Bakurê Iraqê ku li ser mijara petrolê hevpeyman îmze kirine daxuyanî da.
Wezareta karên Derve diyar kir ku li gel Başûrê Kurdistanê di mijara petrolê de hevpeyman kirine lê hîna ev pêvajo bi dawî ne bûye, ragehand.
Di daxuyaniya ku piştî hevtînê hat kirin şûnde hatibû ragihandin ku protokolên di navbera Tirkiyê û Rêveberiya Iraqê a herêma Kurd wê piştî ku Nêçîrvan Barzanî li gel Rêveberiya Navendî a Iraqê hevdîtin kir şûnre bê hêlan.
Lê Ajansa Nûçeyan a Reuters ku piştî hevdîtinan daxuyanî dabû nivîsandibû ku di navbera Tirkiyê û Rêberiya Herêmiya Kurd a Iranqê de protokola petrolê hatiye îmzekirin.
Li ser boyerê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYE’ê Jen Psaki diyar kiribû ku bêy ku destora hikûmeta federal a Iraqê hebe ew îhracata petrolê ya Iraqê ji aliyê ti beşan ve piştgirî nakin û wiha gotibû: “ Sekna me a di vê mijarê de ne hatiye gohertin. Hikûmeta federal a Iraqê û rêveberiya herêmî a Kurd em di vexwendina wana çareseriyekî bi rêbazekî destorekî bingehîn berdewam dikîn.”