‘Muzaffer weke Behra Reş serhildêr û sernetewîn bû’’

Xalê Muzaffer Kandemîr Rafet Kandemîr wiha got;"Kedkar, weke Behra Reş serhildêr û sernetewîn bû. Çû cihê ku xwe yê wir hîs dikir. Niha em qewîtiya wî bi cih tînin, em dixwazin cenazeyê wî bibin welatê wî Sînopê."

Cenazeyê şervanê Hêzên Azadiyê yê Yekbûyî (BOG) Muzaffer Kandemîr ku di pêngava rizgariya Reqqayê de jiyana xwe ji dest da, hê radestî malbatê nehatiye kirin.

Serlêdanên ku malbat û parêzerên Kandemîr kirin hê ti encameke erênî nedaye, Wezareta Karê Hundir got, ‘’têkildarî mijara navborî ti xebateke ku Seroktiya Rêveberiya Înterpol a Midûrîyeta Giştî ya Emniyetê bike nîn e’’

Parêzerên malbatê li ser bersivê gotin, ‘’di ser guhê xwe re avêtine berpirsyariyê ye’, malbata Kandemîr jî ji bo şervanên din ên BOG’ê bidin malbatên wan hewldanên xwe didomînin.

Xalê Muzaffer Kandemîr Rafet Kandemîr got, ‘’Di reşnivîsa xwe de beriya biçe Rojava gotibû ku jiyana xwe ji dest bide ew dixwaze li memleketê xwe were veşartin. Em jî dixwazin qewîtiya wî bi cih bînin. Bila cenazayê me bidin. Em dixwazin li gundê Ayancikê, li cem xalê wî Rifat veşêrin.’’

Xalê wî Kandemîr, têkildarî xwarziyê xwe ji ANF’ê re got ku Muzaffer kî ye û çima çûye Rojava.

Kandemîr got ew mirovên kedkar in û wiha domand: ‘’Ez dekorator im. Muzaffer li cem min mezin bû û xebitî. Di zaroktiyê de min fêhm kir ku zîrek e. Mirovekî têra xwe kedkar û zîrek bû. Zarokekî Behra Reş çawa be wiha bû. Serhildêr bû. Heke bigota, ‘ez ê tiştekî bikim’ teqez dikir. Ku dilê wî tiştek nexwesta bi teqezî nedikir. Hinekî nehs bû. Nikarîbû ji Behra Reş qut bibe. Her carê diçû Ayancikê. Betlaneyan nediçû devereke dî. Teqez wê ew çiya bidîtina û biçûya wê zeryayê.’’

‘ÇÛ CIHÊ KU XWE AIDÎ WIR HÎS DIKIR’

Li gorî Rafet Kandemîr Muzaffer Kandemîr bi berxwedana Geziyê re bi polîtîkayê re têkildar bûye. Wiha dibêje: ‘’Ji biratî û aştiya gelan bawer dikir. Geziyê ev baweriya wî mezin kir. Pêvajoya beriya Geziyê pêvajoya zanînê bû. Berxwedana Geziyê baweriyeke dî pê re çêkir. Hîn bû ku li kuçeyan pir bibe û hêviyê mezin bike.’’
Muzaffer di bin bandora komkujiya Pirsûs û Enqerê de dimîne ku bi destê DAIŞ’ê pêk hatibûn. Xalê Muzaffer wiha dibêje: ‘’Piştî ku hevalên wî yên ku diçûn Şoreşa Rojava  jiyana xwe ji dest dan vê pê re tişti çêkirin. Digot, êdî ti maneya wê nîn e ku li van deran raweste. Hişkere nedigot ku wê biçe lê tim ew metirsiya ku wê biçe bi me re hebû. Çû cihê ku xwe aidî wir hîs dikir. Piştî mirina wî dest bi pî li  min xwe negirtin. Hêviya me ew e ku bêyî mirinê em ji vê bela DAIŞ’ê xilas bibin. Lê ev jî ne pêkan e. Niha daxwaa me ew e ku em cenazeyê Muzaffer di demeke kurt de bînin vir.’’