Muxarebeya Helebê: Kurd li ber xwe didin

Muxarebeya Helebê: Kurd li ber xwe didin

Li bajarê Helebê ya Suriyeyê rejîma Baas bi çekên giran êrîşê taxên kurd kurd kirin û endama van êrîşan de di pevçûnên pêk hatin de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da.  Hêzên YGP’ê jî li aliyekê di pevçûnan de ne û aliyê din jî sivîlan diparêzin û birîndaran tedawî dikin.

Taxa Eşrefiya ya ku piranî kurd lê dijîn ji şeva 7-8’ê sibatê heta niha pevçûnên dijwar lê diqewimin.  Ev pevçûn piştî êrîşa artêşa Suriyeyê ku 31’ê çile de pêk anîn û 23 kes hatin qetilkirin, dest pê kir.

Pevçûn li cihên stratejîk yên taxê yên dora Çarrêyên Yekemîn û Duyemîn pêk tên.  Ev riyên ku raste rast dikevin taxê, di warê ewlehiya taxê û gîhandina alîkariyên mirovahî de gelek gelek girînge.

Di encama bombebaran a artêşa Suriyeyê de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest da û hêzên mîlîs yên alîgirên rejîmê jî bi çekên suîkastê sîvîlan hedef digirin. Roja yekşemê kesê bi navê Behçet Xelîl Heco, li Çerxerêya Duyemîn ya Eşrefiyeyê ji aliyê mîlîsên rejîmê ve di encama suîkastê de hate qetilkirin.  Di êrîşên bi çekên suîqestê pêk t ên de  kesên sivîl yên bi navên Ziyad Qudera û Mehmud Ewlî birîndar bûn.

Di navbera 8-10’ê sibatê de ligorî çavkaniyên YGP’ê herî kêm 35 leşker û mîlîstên rejîmê hatine kuştin û 70 jî birîndar bûne.  YGP ya k udi tîrmeha 2012’an de hate avakirin û demekê xwe wekê artêşa kurd îlan kir,  heta niha li qada xwe tenê 7 şerevanên xwe wenda kirin.

Di dîmenên ku ji wan qadan tê de tê dîtin ku YPG li aliyekê şer dike û aliyê din jî sivîlan dikişînin qadên bi ewle û birîndaran tedawî dikin.

ÇAPEMENÎ Û ROJAVA 3 MEYMUNAN DILÎZE

Artêşa kurd daxuyaniyek nivîskî da û diyar kirin ku dê destûrê nedin tu hêz bikevin herêmên kurd û dê bersiva tund bidin aliyê ku sivîl û herêmên wan hedef digirin. Li Rojavayê Kurdidtanê bi hezaran kes derketin kolanan û êrîş protesto kirin. di van çalakiyan de ciwanan diyar kirin ku ew amade ne biçin Eşrefiyeyê.

Çapemenî û hikûmetên rojava ku bertek nîşanî hemû êrîşan didin dema mijar dibin kurd sê meymunan dilîzin.

 Bûyerên di adara 2011’an de li Suriyeyê dest pê kirin û piştgiriya dewletên derve, komên çekdar ketin dewrê  û şer di demekê de veguherî şerê desthilatdariyê. Kurdan xwe ji vî şerî desthilatdariyê dur girt.  Kurdan ev rewş wekê sabotajekî li hemberî şoreşê nirxand û ji bo Suriyeyek demokrastîk û li hemberî daxwazên gelean bi rêz, riyeke sêyemîn tercîh kirin. Kurdan bi armancê di tîrmeha 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê dest danîn ser rêveberiyên bajaran û projeya xweseriya demokratîk xistin dewrê.