Mûxalîf diçin Cenevreyê

Mûxalîf diçin Cenevreyê

Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê da xuyakirin ku ewê beşdarî konferansa aştiyê ya navneteweyî ya li bajarê Swîsre Cenevreyê bibin. Lê belê ji bo beşdariyê hin şertan derdixînin pêş.

Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê, ku koma herî berfireh a mûxalefeta li dijî rêveberiya Esad şer dike ye da xuyakirin ku ewê beşdarî konferansa aştiyê ya navneteweyî ya li bajarê Swîsre Cenevreyê bibin

Koalîsyonê weke şertê beşdariya li konferansê xwest, destûr ji alîkariya însanî ya ji bo ji herêmên di bin dorpêça Esad de ne were dayîn û girtiyên siyasî bên berdan. Koalîsyonê di daxuyaniya xwe de her wiha diyar kir ku divê konferans di mijara guhertina desthilatdariya li welêt de bigihêje encamekê.

Bi daxuyaniya îro hat weşandin re, yekemcar Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê qebûl kir ku beşdarî konferansa li Cenevreyê bibe.

Koalîsyonê li dû hevdîtînên li Stenbolê, ku ev du roj in dewam dike de qebûl kir ku beşdarî konferansê bibe. Berevajî koalîsyonê komên oldar ên radîkal li dijî beşdariya li hevdîtinên Cenevreyê derketibûn.

Piştî vê biryarê, fikar tê kirin ku di navbera hêzên Koalîsyonê û rêxistinên ser bi El Qaîdeyê de pevçûn zêde bibin. Rêxistinên oldar ên radîkal beriya niha dabû xuyakirin ku ewê beşdarên Cenevreyê ji gunehê xiyanetê ceza bikin.

Endamê Koalîsyonê Adîb Şîşkalî der barê mijarê daxuyanî da ajansa Reutersê û got, "Em hêvîdarin ku hevdîtinên li Cenevreyê dê bi hilweşandina desthilatdariya Beşar Esad bi encam bibe."

Tê payîn civîna Koalîsyonê ya li Stenbolê îro jî dewam bike û bi serokatiya Ahmed Tumeh kabîneyek bê avakirin.

Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad jî dabû xuyakirin ku ew amade ne nûnerên xwe bişînin konferanseke bi vî rengî. Nayê zanîn ka rejîma Esad dê reaksiyoneke çawa bide vê daxuyaniya mûxalîfan a ji bo beşdariya konferansê.

Dema lidarketina Konferansa Aştiyê ya Cenevreyê jî hînê ne diyar e. Konferansa ku diviyabû di 23-24'ê Mijdarê de bihata lidarxistin, di rojên bihurî de careke din ji bo demeke nediyar paşve hatibû xistin. Tê payîn ev konferansa ku mûxalîf û rejîma Esad li dora heman maseyê kom bike, heta dawiya vê salê were lidarxistin.