Muxalefeta Sûriyeyê: Di êrîşa Kîmyewî de 650 kesan jiyana xwe ji dest
Muxalefeta Sûriyeyê: Di êrîşa Kîmyewî de 650 kesan jiyana xwe ji dest
Muxalefeta Sûriyeyê: Di êrîşa Kîmyewî de 650 kesan jiyana xwe ji dest
Muxalefeta Sûriyeyê îdia kir ku hêzên rejîma Sûriyeyê li herêmeke Şamê êrîşeke kîmyewî pêk aniye û nêzî 650 kesan jiyana xwe ji dest da. Rayedarên Sûriyeyê ku îdia derewandin, Londra da xuyakirin ku wê mijarê bibe Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.
Li gorî nûçeya ku di medyaya Rojavayî hemşireyeke li navendeke tenduristiyê ya 10 km dûrî Şamê ye gotiye ku reşka çavên kesên anîne nexweşxaneyê mezin dibin, ji devên wan de kef derdikeve. Hemşireyê got, “Doktor dibêjin ku ev bûyer di mirovên bi gaza sîstema sînîr bandor dike re rûbirû tên tê dîtin.”
Komên çekdar dan xuyakirin ku Ayn Tarna, Zamalka û Cobara ya girêdayî herêma Guta ya Şamê hatiye bombebarankirin.
SÛRIYE DEREWAN
Televîzyona Devletê ya Sûriyeyê ev îdia derewand. Çavkaniyeke Sûriyeyê da xuyakirin ku îdiaya ku tê gotin qet ne rast e û armanca ev e ku bala heyeta Neteweyên Yekbûyî ya roja Yekşemê gihiştibû Şamê bikişînin ser.
Çavkaniya ku navenda wê li Londrayê ye têkildarî bûyerê behsa bikaranîna çekên kîmyewî nekir û destnîşan kir ku li berbajarê Şamê di êrîşa li hemberî “Kelehên Îsyankaran” de herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest da.
WÊ LONDRA BÛYERÊ BIBE KONSEYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Ne gengaz e mirov agahiyên muxalefet û çavkaniya ku navenda wê Londra ye bi rêya çavkaniyên serbixwe erê bike. Piştî îdiaya çekên kîmyewî, Îngiltere da xuyakirin ku wê mijarê bibe Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî