ANALÎZ

Mustafa Karasu: Rêbertiya ku Mamostetiya Civakê dike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû bal kişande ser girîngiya paradîgmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ‘’ sîstema konfederalizma demokratik a ku Rêber APO destnîşan kiriye , wê bibe rêya rizgariya tevahiya mirovahiyê"

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû di salvgera Komploya Navdewletî de bal kişande ser girîngiya paradîgmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ‘’ sîstema konfederalizma demokratik a ku Rêber APO destnîşan kiriye , wê bibe rêya rizgariya tevahiya mirovahiyê’

Karasû got, ‘’ Teybetmendiya herî girîng ya Rêber APO mamosteyê civakê bû. Ne tenê kadroyên xwe, weke Rêbertiya ku tevahiya civakê perwerde dike, derbasî dîrokê bûye. Ger ku îro Jin, Pîr, Ciwan, Zarok, Mirovên oldar û herkes ji vê Rêbertiyê hez dike,ji ber vê sedemê ye.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê di salvgera Komploya Navdewletî a 15’ê Sibatê de wiha got:

‘’Di şexsê Rêberê Gelê  Kurd de komploya li dijî tevgera azadiya Kurd, dikeve sala xwe ya 19.. 18 sal in Rêberê Gelê Kurd di nava şertên herî giran yên tecrîtê de tê girtin. Ev çend sal in ku çend girtîyên dîl, ji bo hefteyê yek û dû seatan bikaribin hevdîtinê bikin, birine Îmralîyê. Li Tirkiyeyê  bi tenê ev rastî jî, nêzîkatiya li beramberê Kurdan radixe ber çavan. Nêzîkatiya li Rêberê gelekî, di heman demê de nêzîkatiyeke li dijî wî gelî ye. Rastiya  li cîhanê bi vî rengî ye, li Kurdistanê  hê zêdetir derbasdar e. Komara Tirk, dewleteke tevkujer, kolonyalîst û mêtinger e. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd li pêşiya vê armancê girt, asteng kir û civakeke têkoşer derxiste holê; tola xwe jê digrin. Lewma heya ku helwesta li dijî Rêberê Gelê Kurd neyê guhertin, wê siyaset û helwesta li beramberê Gelê Kurd jî neyê guhertin. Kengî nêzîkatîyên li beramberê Rêbertîyê hatin guhertin, ew çax wê di siyaseta Kurd a dewletê de jî guhertin pêk werin. Ev rastî, diyalektîk û zagonê pirsgirîka Kurd a Tirkiyeyê ye. Kurdên ku ev rastiye fam nekiriye ne dewleta Tirk, ne jî zagona jiyana Kurdên Azad famkiriye!

Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd 18 sal in bi nêzîkatiya; Azadiya Rêber APO, azadiya gelê Kurd e têdikoşe. Azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber APO ji hev cuda nake, li gel hev û bi hev ve dibîne. Jixwe helwest û nêzîkatiyek beravajî vê, tê wateya ku tekoşîna tevgera azadiya gelê Kurd di pêvajoyeke tesfiyeyê de ye. Divê neyê jibîrkirin ku,em behsa Rêbertiyeke wiha dikin ku 45 sal in mohra xwe li tekoşîna tevgera azadiya gelê Kurd kiriye, tesîr û bandora xwe li çar perçeyên Kurdistanê kiriye. Bi fikr, ked û tekoşîna xwe, tesîreke kûr li jiyana gelê Kurd kiriye. Dibe ku hinek hêz û derdor bixwazin, tesîr û bandora Rêber APO ya liser gelê Kurd û gelên Rojhilatanavîn bi sinor bikin; lê tiştên ku Rêbertîyê kirine ew qasî bi giştî û gelemperîne ku, edî hevîr di teştê nahile. Xwedayên zalim yên di mîtolojiyan de jî nikarin serkeftinên ku Rêber APO ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilatanavîn bi dest ve anîne, înkar û red bikin.

Rêber APO pir eşkere dît ku; azadiya gelê Kurd bi tenê bi tekoşînekê siyasi û eskerî çênabe. Ji ber mêhtingeriyek gelek giran û kûr di ser Netewa Kurd hatiye birêvebirin û hîna jî tê meşandin; ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike, heya ku di alîyê ideolojîk, civakî û çandî de xebatan nemeşîne, di vê riyê de guhertinên bingehîn nekin, ne guncav e ku gelê Kurd li dijî van êrîşên dijwar li ber xwe bide û azadiya xwe bi des tbixe. Lewma beriya her tiştî, ji bona ku pîvanên welatparêzî û jiyanek azad di asta herî jorde were danîn, xebatek bîrdozî, çandî û civakî hatiye meşandin. Dîsa pîvanên şervan û têkoşeriya azad jî gelek xurt û bihêz kiriye. Di Kurdistanê de li dijî mêhtîngeriya tevkujer, ne mimkun e ku bi nêzikatîyên rêxistin û pîvanên tekoşeriya weke mînakên cîhanê de xebat bête kirin û her wisa hatiye nîşan dan ku, bi vê rêbazê jiyanek azad û demokratik jî nayê bidestxistin.

Vê Rêbertîyê tevahiya şaşî û xeletîyên Kurd û sedemên ku di bin serdestiya mêtîngeriyê de tê hiştin bi dijwarî rexne kiriye, û raber kiriye ku jiyanek azad û demokratîk berî her tiştî; ji holê rakirina van kêmasî û neyînîyên Kurd  dikare werî bi dest ve anîn. Di vî milê de, Rêber APO gelek rexneyên berfireh li dîroka Kurdan, li civaka Kurd, li çîna Kurd a serdest û her kesî kiriye ku bi navê Kurd siyasetê dikin. Heya mirov dikare bêje, ev rêbazê rexneyan, nehatiye qebûlkirin û weke rêbazekê dijber hatiye dîtin. Ji ber ku tevahiya paşverûtîyên Kurdan hatine rexne kirin, gelek kesên ku ev paşverûtiyen di rastiya xwe û civakê de dijiyan, bi hêrs û bertek nîşan dane. Mîna ku doq (şiv-çu) xistina kewara mêşan de, tevahiya şaşitî, kêmahî, lewazî, dijminahiyan de, û nexasim jî dema çû xistina kewara cehş û nokeran de kesên ku li dijî Rêbertîyê bertek nîşandan û bi hêrsbûn ne kêm bûn. Heya niha jî gelek kes ji ber ku rastiya wan, bi rexneyên Rêbertîyê derketiye holê gelek aciz û bi hêrs in. Ji ber ku di eynika rastiya Rêbertîyê de, ne mimkun e ku Xiyanet, nokerî, sextekarî, kirêtî û tevahiya paşverûtiyan xwe biveşêre. Karekterê herî girîng yê Rêber APO; ji ber ku hemû pirsgirîkên siyasi, civakî, çandî û aborî dahûrand û ronî kiriye, hem rastî hem jî xeletî bi eşkere derdikeve holê. Bi kurtî, li beramberê rastiya vê Rêbertîyê ti hêz û ti kes nikare xwe veşêre.

Teybetmendiya herî girîng ya Rêber APO mamosteyê civakê bû. Ne tenê kadroyên xwe, weke Rêbertiya ku tevahiya civakê perwerde dike, derbasî dîrokê bûye. Ger ku îro Jin, Pîr, Ciwan, Zarok, Mirovên oldar û herkes ji vê Rêbertiyê hez dike,ji ber vê sedemê ye. Li gel Rêbertiya siyasî, qerekterê ku li ser civakê bi tesîr û civakê jî xurt dike esas girtiye. Lewra Civak neyê xurtkirin, bi tenê avakirina rêxistin û programên siyasi ne guncav e ku civak rabe li ser lingan; dibe ku bi daxwazekê civak, ji bo demekê kin rabe liser lingan, lê bi dem dirêjî û li dijî êrîşan di nava berxwedanê de hiştîn zehmet e. Di vê alî de, şoreşa herî bingehîn; guhertina civakî û şoreşa civakî de dîtiye. Ji ber wê jî mirov dikare bêje, di dîrokê de şoreşa herî mezin a civakî ji alîyê Rêbertîyê ve hatiye çêkirin.
Ji ber vî sedema rewîştiya Rêbertîyê, kesên ku pêre mane, têkilî danîne, ti caran ev Rêbertî ji bîr nekirine, û hertim di jiyana xwe de bibîrxistine. Ev rastiye, qasî ku ji bo gel, rêxistin, kadro û dostên wan derbasdar e, ji bo reqîbên siyasi û dijminên wan  jî derbasdare. Heya mirov dikare bibêje; reqîbên siyasi û dijminên vî gelî, ji vê Rêbertîyê gelek tişt fêr bûn û hinek ji wan jî xwestin teqlîdê Rêbertîyê bikin. Bi tesîrbûn û perwerdenasiya vê Rêbertîyê di vê astê de ye.

Pêşdîtinên vê Rêbertîyê jî pir bi hêz û di cîh de ne. Di ti serokên siyasî de qasî Rêbertîyê nêrînên dûrdîtinê  tune ye. Bêgûman ev rastî ji ber serweriya (hakimiyet)  Rêbertîyê ya liser civak, dijber û dijminan tê. Bi tenê sistema îro ya modernîteya kapîtalist na, sistema pênç hezar salan a deshilatdar  û dewletparêz analîz kiriye. Rêber Apo di zanebûna  civaknasiya dîrokî de jî serwere û wê kî çi wext, çawan bertek nîşan bide û çi bike ji pêşî de dîtiye. Ji ber ku li ser dîrok û îro ewqasî lê hûr bûnê dike, her tiştî di pêşiya wê de hîs dike û dizane. Gelek caran ji ber zêde kurbûn û lêhûrbûnê dibêje;ez ê bibehecim! Li ser vê bingehê, qasî vê Rêbertîyê ji bo gel, civakên di dîrokê de û tevahiya bindesten jî  Rêbertiyan xwe feda nekiriye. Tevahiya jiyana xwe ji bo mirovahî, civak û gelê ku jinav hatiye re diyarî kiriye. Jixwe ger ku ji bo civaka xwe evqasî berpirsyarî negirtîbûya, ji bo mirovahî û civaka dîrokî re di vê astê de lê hûr bûn nekiriya, ne mimkun e ku ji bo mirovahî û civakê  evqasî tespît û analîzên kûr pêk anîbûya.

Dîsa, pîvanên vê Rêbertîyê yên wîjdan, exlaq, edalet û wekhevî jî di asta herî jor de ne. Hemû nirxên mirovahîyê di mêjî û dilê xwe de hewandiye. Neheqî li tikesî an jî li geleke din nekiriye. Ne Nîjadperest e, Xwe aîdê tevahiya mirovahîyê û gelan dibîne. Ji ber ku ji nava civaka Kurd derketiye,li beramberê pirsgirîkên wan, ji bo jiyanek azad û demokratik jî,  di lûtkeya herî jor de xwe berpirsyar dibîne. Bi çand û kedeke mezin, ji bo ji nû de afirandina vî gelî re pêşengtî kiriye. Ji ber ku li beranberê ked û nirxan birêze, serkeftina jiyana azad û demokratik de xwe di her hêlê de berpirsyar dibîne.

Vê Rêbertîyê tevahiya zanebûna di dîrokê de, nirxên civakî di xwe de şênber kirine. Lewma xwe li beramberê tevahiya mirovahîyê berpirsyar dibîne. Ji ber ku ew berhemekê ji dîrok û hemû mirovahîyê ye. Her tiştê xwe ji wê derê digire. Bi analiz kirina dîrok û civaka dîrokî re, xwe gihandiye zanebûn û kesayeta îro. Lewra xwe li hemberê tevahiya mirovahîyê mesûl dibîne. Di vî hêlê de dema ku mirov mêze Rêber APO bike, bi tenê weke Rêberê Gelê Kurd dîtin, neheqiyek mezin a li Rêbertîyê ye û herwiha li dijî nirxên civakî û dîrokî  ye.

Eger îro ne tenê Kurd, ji hemû gelan insan li Rêbertîyê xwedî derdikevin,ji ber vê rastiya Rêber APO ye. Jixwe her kesê ku ev Rêbertîyê naskir,vê rastîyê dibîne.Yên ku pirtûkên Rêbertîyê xwendine, qerekterê vê Rêbertîyê di heman wextî de hîs dikin. Dema ku nêrînên vê Rêbertîyê yên felsefîk, bîrdozî, teorîk û paradîgmayî belavî her derî bibin,wê di alîyê bîrdozî û felsefîk de ev Rêbertî bibe Rêbertiya tevahiya mirovahî û bindestan. Ji niha de ji bo gelên Rojhilatanavîn bûye Rêbertiya bîrdozî û siyasi. Ji bo çareserkirina pirsgirîkên Rojhilatanavîn, nêzîkatîyên bîrdozî û teorîk yên Rêber APO bûne tekane rê. Li dijî sistema dewletparêz jî, sîstema konfederalizma demokratik a ku Rêber APO destnîşan kiriye , wê bibe rêya rizgariya tevahiya mirovahiyê.’’

Çavkanî; Radyoya Dengê Kurdistan