Mûslim: Modela me jî berxwedana me jî ji bo mirovatiyê ye

Mûslim: Modela me jî berxwedana me jî ji bo mirovatiyê ye

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Mûslim ê di konferanseke li Parlamentoya Flaman a li Brukselê de axivî got ku rêxistina hovîtiyê DAIŞ bi zêdetirî 50 tankan êrîşî Kobanê dike û got: “Modela me ava kiriye bi qasî ku ji bo tevahî mirovatiyê ye, berxwedana me jî ji  bo tevahî mirovatiyê ye.”

Mûslim banga piştgiriyê li her kesê ku nirxên mirovatiyê diparêzin kir.

Li paytexta Belçîka Bruksel di çarçoveya aktîvîteyên Hefteya Çandê ya Kurd a di 17’ê Îlonê de destpê kir li Parlamentoya Flaman bi mijara “Ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn modelên Kurd” konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de li gel Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Mûslim, Şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr, ji Eniya Çepgir a Fransa parlamentera Ewropa Marîe-Chrîstîne Vergîat, rojnamevanê Belçîkî Toon Lambrechts akademîsyenê Hollandî Joost Longarden wek axaftvan beşdar bûn.

Di konferansê de modelên çareseriyê yên Kurdan hatin nîqaşkirin, di vê çarçoveyê de pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê, êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û nêzîkatiya Ewropa hat destgirtin.

ROJNEMEVANÊ BELÇÎKÎ: RÊXISTINBÛNA LI ROJAVA PIR BANDORKER E

Di konferansê de axaftina yekemîn rojnamevan Toon Lambrechts kir. Lambrechts diyar kir ku çûye Rojavayê Kurdistanê û çavdêriyên xwe parve kir. Rojnamevan Lambrechths got: “Me demeke dirêj ew ferq nekir. Lê belê rêxistinbûna gel a li wir pir bandorker e."

Akademîsyenê Hollandî Joons Longarden jî diyar kir DAIŞ çekên Amerîkî îro li hemberî gelê Rojava bi kar tîne û eger ev neyê rawestandin, dibe ku krîzeke mirovatiyê ya li Çiyayê Şengalê rû da li Rojava jî rû bide.

Longarden bal kişand ser têkoşîna PKK’ê û got: “Cihgirtina PKK’ê di nav rêxistinên terorîst de piştgiriyê nade çareseriyê. Em wek akademîsyenan dixwazin PKK ji lîsteyê bê derxistin . Ez bawer im ji bo ewlekariya me hemûyan ev girîng e.

BAYDEMÎR: ME HER TIŞTÊ XWE BI BERXWEDANÊ QEZENC KIR

Baydemîr diyar kir zarokên Kurdan di sedsala 21’emîn de  ji bo parastina nirxên mirovatiyê di nav berxwedanê de ne û got: “Piştgiriya ji Kobanê re ne tenê piştgiriya ji Kurdan re ye, parastina nirxê mirovatiyê ye.”

MÛSLIM: MODELA ME JÎ BERXWEDANA ME JÎ JI BO MIROVATIYÊ YE

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Mûslim dema behsa model û şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikir, diyar kir ku ev hemû di bin êrîşan de pêk hatin. Mûslim got ku YPG/YPJ ne tenê Kurdan, gelên herêmê jî diparêze. 

Mûslim têkildarî pirsa ANF a êrîşên li hemberî Kobanê, berxwedana li hember wê û bêdengiya welatên rojavayî, got: “Rewşa dawî ya li Kobanê pir tevlîhev e. Ji sê aliyan ve êrîş dikin, li wir şer heye, ji bo sivîlên li vir nekevin destê wan em sivîlan ji qadên şer vedikişînin.” Mûslim wiha dewam kir: “Êrîş pir dijwar e, berxwedan jî dijwar e. Bi zêdetirî 50 tankan êrîş dikin. Berxwedaneke me ya bêhempa jî heye. Bi sedan mirî û birîndarên wan hene. Gelek ji wan anîne Riha û Dîlokê.”

Mûslim têkildarî mijara bêdengiya welatên rojavayî jî wiha got: “Modela ku me ava kiriye bi qasî ku ji bo tevahî mirovatiyê ye, berxwedana me jî ji bo tevahî nirxên mirovatiyê ye. Em nirxên mirovatiyê diparêzin. Kî van nirxan diparêze, kî dixwaze nirxên mirovatiyê qezenc bike, divê xwedî li vê berxwedanê derkeve.”