Muslim: Li Rojava em bi gelan re civakeke nû ava dikin

Muslim: Li Rojava em bi gelan re civakeke nû ava dikin

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ê li panelek li bajarê Elmanya Hambûrgê axivî got, "Ji ber ku ev 200 sal in em tên binpêkirin û tine tên hesibandin em gelekî tî yê demokrasiyê ne. Lewma bi tevahiya gel û derdorên li Rojava re me biryar dan civakeke nû biafirînin."

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, Weqfa Rosa Luxembûrg û Civaka Azad, li Zanîngeha Hambûrgê bi mijara rewşa li Sûriye û Rojhilata Navîn panelek lidar xistin. Di panelê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim û parlamenterê Partiya Çep a Elman Jan van Aken weke axaftvan amade bûn.

Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr ku moderatoriya panelê kir, di axaftina vekirinê de behsa modela Rojava û sîstema demokratîk a ji aliyê PYD'ê ve hatiye afirandin kir û bal kişand ser têkoşîna jinê ya li her qadên jiyanê. Ozdemîr diyar kir, ku li Rojava di mijara jinê de, ji 'Bihara Ereb' wêdetir rewşeke gelekî cuda derketiye holê û destnîşan kir ku ev yek rêveberiyeke cewherî ye ku dikare ji aliyê Ewropa ve mînak were girtin.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku ji aliyê 600 beşdarên panelê ve bi coş hat pêşwazîkirin, bi bîranîna Rosa Luxembûrg dest bi axaftina xwe kir. Muslim der barê dîroka Rojava de hin agahî da û destnîşan kir, ku êrîşên dawî tên kirin, li hemberî modela rêveberiya cewherî ya demokratîk e ku nû tê avakirin û li Rojhilata Navîn rê li ber guherînekê vekiriye.

Muslim got, "Ji ber ku ev 200 sal in em tên binpêkirin û tine tên hesibandin em gelekî tî yê demokrasiyê ne. Lewma bi tevahiya gel û derdorên li Rojava re me biryar dan civakeke nû biafirînin" û anî ziman ku hem rejîma Sûriyeyê hem jî ya Tirkiyeyê ji ber ji demokrasiyê ditirsin, naxwazin modela tê avakirin, qebûl bikin.

Parlamenterê Partiya Çep a Elman û Berdevkê Polîtîka Derve ya Koma Partiyê Jan van Aken ê di Çileya îsal de Rojava ziyaret kir, di axaftina xwe de diyar kir ku modela Rojava ji bo mirovahiyê çavkaniya hêviyeke mezin e. Van Aken rexne li hikûmeta Elmanya kir ku bi destekkirina dewleta Tirkiyeyê re Kobanê qet nexistiye rojeva xwe û da xuyakirin, ku di hevdîtinan de dayîna alîkariya însanî jî hatiye redkirin. Van Aken di dewama axaftina xwe de xwest, qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê tavilê bê rakirin.

Panela ku bi pirs û bersivên beşdaran dewam kir, bi banga ji bo tevlîbûna çalakiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, meşa 29'ê Mijdarê ya ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê û şeva 30'ê Mijdarê ya piştevaniya Şengal û Kobanê bi dawî bû.