Muslim: Kî destê xwe bide me, em ê xwe biparêzin.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim got: “Me li hemberî rejîmê li ber xwe da û me ew ji xakên xwe derxist, li hemberî terora DAIŞ’a dewletê nekarî rojekê li hember bisekine em şer dikin, em vekirî dibêjin, kî destê xwe bide me em ê xwe biparêzin.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim nîqaşên Tirkiyeyê yên der barê operasyona derve ya li ser Sûriyeyê û Rojava nirxand. Muslim da diyarkirin ku operasyoneke derveyî sînor a Tirkiye pêk bîne wê ji bo herêmê û Tirkiyeyê bibe karesateke mezin, wiha berdewam kir, “Me li hemberî rejîmê li ber xwe da û me ew ji xakên xwe derxist, li hemberî terora DAIŞ’a dewletê nekarî rojekê li hember bisekine em şer dikin, em vekirî dibêjin kî destê xwe bide me em ê xwe biparêzin”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, piştî ku Girê Spî (Til Ebyed) ji aliyê YPG’ê ve ji çeteyên DAIŞ hat paqijkirin û îdîayên Tirkiyeya di bin derewa “Ewlehiya Sînor” tê gotin wê operasyoneke derveyî sînor a li hember Sûriye û Rojava pêk bîne ji ANF’ê re nirxand.

‘OPERASYONA DERVEYÎ SÎNOR WÊ BI XWE RE KARESATÊ BÎNE’

Muslim bal kişand ser, operasyoneke derveyî sînor a Tirkiye pêk bîn û diyar kir dê  ev ji bo Tirkiye û herêmê karesatê bîne û got, “Tirkiye bi îdîayên weke operasyona derveyî sînor dixwaze li gorî polîtîkayên xwe yên hundirîn peyamê bide hin cihan. Her wiha ez bawer nakim ku operasyoneke bi vî awayî bikin. Mudaxaleyeke ku ji Tirkiyeyê bê, wê herêmê hîn bêhtir tevlihevtir bike.”

Muslim da diyarkirin ku gotinên Serfermandarê Giştî yê berê Îlker Başbug û helwestên leşkeran ên di der barê operasyona derveyî sînor de helwesteke aqilane ye. Salih Muslim got operasyoneke derveyî sînor a pêk were wê li dijî zagonên navneteweyî be û wiha dewam kir, “Eger Tirkiye wekî welatekî NATO’yê, tevî hêzên li herêmê û NATO’yê rabe bikeve nava operasyoneke wê ev ne rast be. Jixwe Rûsyayê diyar kir ku eger operasyonek pêk bê wê çi biqewime, pêwîst e Tirkiye van li berçavan bigire.”

‘ÎDÎAYA LI HEMBERÎ TIRKMENAN PAQIJIYA ETNÎKÎ ÇÊBÛYE, JI DEREWEKÎ MEZIN ZÊDETIR NE TI TIŞTEKE’

Salih Muslim diyar kir, ti sedemeke mafdar a Tirkiyeyê ji bo operasyoneke derveyî sînor nîne û ji ber wê yekê serî li dereweke mezin a weke YPG “Li hemberî Tirkmenan paqijiya etnîk dike” daye. Muslim  wiha berdewam kir, “Ev îdîayên ku diavêjin hole berê jî me bi dehan caran anî ziman ku ne rast in. Li gelek herêman Kurd û Tirkmen bi hev re û bi biratî dijîn. Gelek Tirkmen ji herêmên diyar hem di nava YPG’ê de, hem jî di nava Artêşa Azad a Sûriyeyê de li hember DAIŞ’ê şer dikin û xwe diparêzin.”

‘TIRKMENÊN LI GEL WAN DAXIVIN, TIRKMENÊN JÎ WAN NAKIN’

Salih Muslim got ku Tirkiye şêwazê siyaseteke derewîn dişopîne, kesên ku weke nûnerên Tirkmenan li gel wan daxivin jî ji aliyê Tirkmenên li herêmê nayên naskirin. Her wiha Muslim îdîayên weke PYD li hember Tirkmenan paqijiya etnîkî dike yên nûnerên Tirkmenan ên li Cerablus û Girê Spî û Tirkiyeyê derewand û wiha axivî, “Tirkiye radibe hin Tirkmenan li ser wan derewên ku fêr kirine dide axaftin. Tirkmenên li herêmê van nûnerên Tirkmenan ne nas dikin û ne jî qebûl dikin. Ev Tirkmenan ji herêmên ku ne di bin kontrola me de ne tînin û bi awayekî zanebûn didin axaftin. Bila ev biçin wan Tirkmenên ku li wan cihên ku lê berpirsyar in biparêzin. Li hemû qadên ku em bi hev re lê dijîn, hemû gel wekhev û bi biratî dijîn. Siyaseta me jî vê dide pêwîstkirin.

‘TIRKIYE HEZM NAKE KU GIRÊ SPÎ KETIYE DESTÊ YPG’Ê’

Salih Muslim anî ziman ku Tirkiye hezm nake ku Girê Spî ji çeteyên DAIŞ hatiye paqijkirin. Her wiha da diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji Tirkiyê derbasî Kobanê bûne û qetlîam kirine. Muslim wiha berdewam kir, “Tirkiyeyê xwestiye ku bi çeteyên DAIŞ’ê qetlîam kirinê ji xwe re hinceta operasyona derveyî sînor çêbike, lê bi ser neketiye.” Muslim wiha dewam kir, “Ev  du sal in Kurd, Suryanî, Asûrî, Tirkmen ji aliyê DAIŞ’ê ve dihatin qetilkirin, lê pejin ji Tirkiyeyê nedihat. Niha ji ber ku Til Ebyed ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin, nizanin êdî wê çi bikin. Her wekî ji bo hinceteke ava bikin her tiştî dikin.”

‘KÎ DESTÊ XWE BIDE ME, EM Ê XWE BIPARÊZIN’

Salih Muslim anî ziman ku, operasyoneke derveyî sînor a ku Tirkiye pêk bîne, wê qet qebûl nekin, û  wiha dewam kir, “Me li hemberî rejîmê li ber xwe da û me ev hêz ji herêmê derxistin, Terora DAIŞ’ê ya dewletê nekarî rojekê jî li pêşiya wê bisekine, em du sal in bi berxwedaneke destanwarî li hember wan şer dikin. Em bi vekirî dibêjin ger kî destê xwe bide me em ê xwe biparêzin.”