Muslim: Însiyatîfa Kobanê di destê YPG'ê de ye
Muslim: Însiyatîfa Kobanê di destê YPG'ê de ye
Muslim: Însiyatîfa Kobanê di destê YPG'ê de ye
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir, ku di qonaxa heyî de Kobanê êdî azad bûye û anî ziman, ku paqijkirina herêmê bi temamî ji çeteyan, dibe ku demekê dewam bike. Muslim diyar kir, ku heta Tirkiye li dijî DAIŞ'ê helwesteke zelal nîşan nede, wê îmaja wê ya li qada navneteweyî sererast nebe.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim der barê pevçûnên li Kobanê de agahî da û ragihand, ku li gorî rojên bihurî YPG li Kobanê di nav pêşveçûneke mezin de ye. Muslim da zanîn, ku ji ber berxwedana Kobanê, desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê bi zelalî derketiye holê, lewma Tirkiye li nava raya giştî ya cîhanê êdî bi îmajeke din tê bîranîn û got, "Eger Tirkiye qebûl bike ku li cem hêzên li dijî DAIŞ'ê şer dikin cih bigire, em jî weke PYD amade ne alîkariyê bidin Tirkiyeyê ku xwe ji vê îmajê rizgar bike."
PÊŞVEÇÛNA YPG'Ê DEWAM DIKE
Li Kobanê niha rewş çawa ye?
Pevçûn dewam dikin. Însiyatîf niha di destê YPG'ê de ye. Li gel êrîşa hêzên koalîsyonê ya ji hewayê, bi têkoşîna YPG û hêzên pêşmerge ya ji bejahiyê ve, pêşveçûn dewam dike. Li gel pêşveçûna YPG'ê ya li navenda bajêr, di heman demê de li gundên Kobanê jî bi pêş ve diçe. Di çalakiyên tên lidarxistin de jî, çete windahiyên giran didin.
BER BI XWEKUŞTINÊ VE TÊN DEHFDAN
Wê demê em dikarin bêjin ku çete têkçûneke mezin dijî?
DAIŞ, tevî ku windahiyên giran dide jî, tevahiya hêzên xwe diherikîne Kobanê. Di mejiyê van de têgihiştineke têkçûnê nîne, ji ber ku vana mîna xwekuştinê, ji bo mirinê diçin şer. Ji ber ku xwedî mejiyekî ku bawer dikin, dema bimirin wê biçin bihuştê, ji bo wan ti girîngiyeke têkçûnê nîne.
KOBANÊ AZAD BÛYE
Mirov dikarin kengî bêjin ku Kobanê bi temamî azad bûye?
Kobanê di qonaxa heyî de ji xwe azad bûye. Lê belê paqijkirina Kobanê bi temamî ji çeteyan, wê demekê dewam bike. Ji ber ku li vê herêmê gelek gundên Ereban hene û ji van gundan gelek kes bi DAIŞ'ê re tevgeriyan, mirin an jî hatin kuştin. Dema ev hemû û hin faktorên din li ber çavan were girtin, bi dîtina min paqijkirina vê herêmê bi temamî ji çeteyan wê demekê dewam bike.
EFRÎN DI BIN XETERIYÊ DE NÎNE
Li hemberî Efrînê gefeke êrîşê heye?
Efrîn di bin xeteriyeke tê gotin de, nîne. Efrîn hem ji aliyê erdnîgarî hem jî ji aliyê leşkerî ve di rewşeke gelekî cuda de ye. Xeteriyek li ser Efrînê nîne. Li wir hêzeke mezin a YPG'ê heye û li hemberî gefeke gengaz jî amade ne.
CIH LI TIRKIYEYÊ TENG BÛYE
Hûn di rewşa heyî de siyaseta Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Bi berxwedana Kobanê re, desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan bi zelalî xuya kir. Bi vê desteka zelal bû re, cih li Tirkiyeyê teng bû. Tevahiya cîhan hat wê radeyê ku li dijî DAIŞ'ê şer bike, lê Tirkiyeyê hînê li dijî çeteyan helwesteke zelal nîşan nedaye. Bi rêbazeke siyasetê ya cihê şermê; bi gotina 'Em jî li dijî DAIŞ'ê ne' nabe. Ji aliyê tevahiya cîhanê niha baştir tê zanîn, ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê. Heta ku dest ji vê helwesta xwe bernede û helwesteke zelal li hemberî çeteyan nîşan nede, siyaseta Tirkiyeyê ya li qada navneteweyî wê her tim zerarê bibîne.
EM AMADE NE BI TIRKIYEYÊ RE HEVDÎTINÊ BIKIN
PYD bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dike?
Li gel ewçend qewimîn û bûyeran jî, me deriyên xwe li Tirkiyeyê negirtine. Ji bo hevdîtinê destê me hînê li hewayê ye. Ji bo Tirkiye xwe ji îmaja li cîhanê deng vedaye rizgar bike, em amade ne alîkariyê bidin Tirkiyeyê. Ji bo xwe ji vê îmajê rizgar bike, divê li cem hêzên li hemberî DAIŞ'ê şer dikin, cih bigire. Ez di 4'ê Cotmehê de li wir bûm, eger bi rastî jî sozên dabû me bicih bianiya, rewş dikarîbû bi temamî bihata guhertin. Hêvîdarim wê di demeke nêz de li hemberî DAIŞ'ê helwesteke zelal nîşan bide û xwe ji vê îmajê rizgar bike.
KOÇBER JI REHMA TIRKIYEYÊ RE NEHATINE HIŞTIN
Hûn helwesta Tirkiyeyê ya der barê gelê Kobanê yê sînor derbas kiriye de, çawa dinirxînin?
Bila her kes vê baş bizanibe, koçberên çûne wê derê ti carî ji rehma Tirkiyeyê re nehatine hiştin. Bila kes li ser vê siyasetê neke. Gelek ji van mirovan, li cem xizmên xwe yên li wê herêmê dijîn dimînin û dema xeterî bi temamî ji holê hat rakirin, wê vegerin. Berevajî gotinên dewleta Tirkiyeyê, beşeke gelekî biçûk a mirovên çûne wê derê ji Tirkiyeyê destekê dibîne. Li gel vê rastiyê, helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî van mirovan, hem koçberên li wir hem jî welatiyên xwe yên li wê herêmê, gelekî êşandiye. Ji roja destpêkê ve gelê Kurd, saziyên gelê Kurd û dostên wan bersivê didin pêwîstiyên mirovên sînor derbas kirine.
Li qada navneteweyî pêşketin di kîjan astê de ye?
Bi berxwedana Kobanê re di encama danûstandinên dîplomatîk de, li qada navneteweyî pêşketinên girîng tên jiyîn. Tevahiya cîhanê bala xwe daye Rojava û Kobanê. Hem gel hem jî dewletên cîhanê di nava lêgerîna rê û rêbazên alîkariyê de ne. Ji bilî êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê, pêşketinên li qada navneteweyî wê di demeke nêz de bi çav werin dîtin û bikevin meriyetê.