Muslîm: Ger muxalîf demokrasiyê bixwaze, dê Kurdan nas bike

Muslîm: Ger muxalîf demokrasiyê bixwaze, dê Kurdan nas bike

Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm da zanîn ku ew jî parçeyek ji şoreşa gelê Sûriyeyê ne û got ku ew ji aliyê Birayên Misilman ên ku Kurdan înkar dikin û partiyên weke wê ve têne qewirandin. Muslîm ji bo muxalefeta Sûriyeyê jî got: “Ger bi rastî jî demokrasiyê dixwestin, dê bi me re ji bo naskirina Kurdan di makeqanûnê de peymanekê çêbikiriban.”

Muslîm diyar kir ku PYD ne dijminê gel an jî rejîman e û destnîşan kir ku Tirkiye hîna ji diyologê re ne amade ye. Muslîm piştrast kir ku Yekîneyên Parastinên Gel (YPG) her roja ku diçe bi tevlîbûnên nû mezintir dibe.

Hevserokê PYDê Salih Muslîm ku bi rêya telefonê hevpeyvînek da nûçegihanê rojnameya Alman a Frankfurter Rundschau, ragihand ku ko ber gelên Ereb û Xrîstiyan ên ku direvin herêman Kurdan û Kurdan li herêm pirsgirêka zad û xûrekan heye, lê pirsgirêk hê ewqas mezin nebûye. Muslîm diyar kir ku herî kêm milyonek kes ku nîvê wan Kurd in ji herêmên din ên Sûriyeyê ji ber pevçûnan reviyane Roajvayê Kurdistanê.

Nûçegihanê rojanameya Rundschau ya xwedî nêrîna sosyal-demokrat e, di pirsên li ser “têkiliyên di navbera PYD û PKKê” de israr kir. Salih Muslîm, li hemberî vê yekê bi bîr xist ku PKK li herêma wan tune ye. Muslim diyar kir ku Ocalan rêberê hemû Kurdan e û bal kişand ser girîngiya pêşniyara konseyên xweseriya demokratîk a ku Ocalan ji bo dahatûya Sûriyeyê pêşniyar kir.

MUXALEFETA SÛRIYEYÊ KURDAN QEBÛL NAKE

Hevserokê PYDê got ku ew bi xwe parçeyek ji şoreşa Sûriyeyê ne û got: “Em bi ferasetek ku gelê Kurd nas nake û Kurdan weke kole dibîne re hevkariyê nakin.” Muslîm bersiv da pirsa çima Kurd bi Koalîsyona Neteweyî Sûriyeyê re tevnagerin û got: “Ji ber ku gelê Kurd nas naki Kurdan tenê weke kole dibînin. Ger bi rastî jî demokrasiyê dixwestin, dê bi me re ji bo naskirina Kurdan di makeqanûnê de peymanekê çêbikiriban. Lê qebûl nakin. Ji ber vê jî em nikarin tevlî wana bibin.”

Muslîm bersiv da pirsa ‘Çima hûn tevlî civîna muxalefeta Sûriyeyê ya li paytexta Qetar Dohayê pêk hat nebûne?” û got: “Ger Desteya Bilind a Kurdan bihata vexwendin, teqez em dê tevlî bibûna. Lê tiştek wiha nebû. Mixabin hin pêkhateyên Ereb ne PYDê û ne jî Desteya Bilind a Kurd nas nakin. Em meha tîrmehê tevlî civîna li Qahîreyê bûn. Lê bi taybet rêxistina Biryaên Misilman nedixwest me qebûl bikin, jixwe ew bi ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan tevdigerin”. Muslîm diyar kir ku îdîayên ku dibêjin têkiliya Kurdan bi rejîma Sûriyeyê re arasteyên bi desteka Tirkiyeyê pêk tên û van îdîayan ji binî ve red kir.

MÎTA TIRK LÊPIRSÎNA NÛJÎN DÊRIK PÊK ANÎ

Hevserokê PYDê bersiv da pirsa rojnamevanê Alman a derbarê bûyerên li Serêkaniyê de û got: “Gelek herêmên ku piraniya wan Kurd in bi temamî di bin kontrola me de ne. Lê em li cihên weke Serêkaniyê ku şêniyên Ereb jî lê hene, bi awayeke baldar tevdigerin. Li Serêkaniyê du komên girêdayî El Qaîdeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin Serêkaniyê û di roja sêyemîn de ji nişka ve êrîşê taxên Kurdan kirin û me jî li dijî vê yekê şer kir.”

Salih Muslîm bal kişand ser komên girêdayî El Qaîde yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin û diyar kir ku muxalîfan gotine ku ji bo desteka leşkerî ya Tirkiyeyê neyê qutkirin, wana li Serêkaniyê şer kirine.

Hevserokê PYDê Salih Muslîm diyar kir ku di encama muzakereyan de pevçûnên li bajarên Serêkaniyê û Helebê hatine rawestandin û agahî da ku lêpirsîna fermandara YPGê ya Helebê Nûjîn Dêrik ku li Helebê ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad ve dîl hatibû girtin, ji aliyê rêxistina sîxûrî ya Tirk (MÎT) ve hatiye birêvebirin. Muslîm bal kişand ku ev bûyer piştrast dike ku MÎTa Tirk û Artêşa Azad bi hev re dixebitin.

Salih Muslîm ragihand ku zêdetirê 10 hezar ciwan tevlî nava refên YPGê bûne û diyar kir li gel tevlîbûna ciwanên ji artêşa Sûriyeyê direvin her ku diçe tevlîbûna nava refên YPGê zêdetir dibe.