Muslim: Êrîşên dawî ji ber pêvajoya Bakûr pêk hat
Muslim: Êrîşên dawî ji ber pêvajoya Bakûr pêk hat
Muslim: Êrîşên dawî ji ber pêvajoya Bakûr pêk hat
Hevserokê PYD’ê Salİh Muslim li konferansa Rojava ya li Berlînê pêk tê axivî û got, êrîşên dawî yên rejîma Esad ji ber pêvajoya çareseriyê ya Bakûrê Kurdistanê pêk hatiye û diyarkir ku, “Pêvajoya çareseriyê ya Bakûr rast rast bandrê li ser Rojava dike. Em alîgirê Sûriyeyek demokratîkin.”
Di konferansa Rojava de di runiştina duyemîn de nûnerên Rojavayê Kurdistanê mafê axaftinê girtin.
Dîroknas Dr Xalid Îsa axivî û nêzîkatiya komên etnîk yên Sûriyeyê vegot. Îsa destnîşankir ku, heta dîrokek nêz jî Kurd wek çîna duyemîn dihatin dîtin û wiha got: “Heta şoreşa Rojava mafê kurdan nedidanê. Hemû kurdên Rojava bûn yek û şoreş pêk anîn. Vê yekitiyê tirkiye jî tirsand. Lê dema mirov li aliyê din jî dinêrin muxalîf nebûne, di navbera wan de jî nêrînên cuda hene.”
AŞTIYA BAKÛR BANDORÊ LI SER ME JÎ DIKE
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî şoreşa Rojava ya ku sala borî li Kobanî destpê kir vegot. Muslim diyarkir ku, “Bi şoreşê re demokrasî pêk hat. Em dixwazin bi gelên din re wek bira bijîn. Bi suryanî, êzdî û yên bawariyên din re. Me tu cudahî nekir navbera mizgef û dêran. Ji herêmên din yên Sûriyeyê gel tên li herêma kurdan bi cih dibin. Ji ber ku li herêma me hawira aştiyê heye. Îdia kirin ku em bi rejîma Esad re yekin. Lê dîtin ku ne wisa ye.
Muslim balkişand ser êrîşên dawî yê li ser kurdan û got: “Rejîm dixwaze taxa Şêx Maqsûd vala bike. Ev êrîşên dawî ji ber pêvajoya aştiyê ya Bakûr pêk tê. Ji ber vê jî pêvajoya aştiyê ya Bakûr raste rast bandorê li ser me dike. Bi tu aliyan re yekitiya me nîne. Em dikarin xwe biparêzin. Hêza me heye. Em rejîma Esad re ketin pevçûnê, gelek şehîdên me hene. Em rêveberiyeke konfederal a Kurdistanê dixwazin.”
Konferans bi daxuyanya hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û hevserokê PYD Salih Muslim re didome. konferans dikare ji ser vê navnîşanê bê temaşekirin. http://civaka-azad.org/