Muşahîdên HDP'yî yên li Kolnê: Bila her kes bê û dengê 'NA' bide
Muşahîdên HDP'yî yên li Konsolosxaneya Tirk a li Kolnê li ser sindoqan e gotin, tevî ku eleqe ji bo dengdanê heye jî, hê gelek hilbijêran dengê xwe nedane.
Muşahîdên HDP'yî yên li Konsolosxaneya Tirk a li Kolnê li ser sindoqan e gotin, tevî ku eleqe ji bo dengdanê heye jî, hê gelek hilbijêran dengê xwe nedane.
Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya li ser destûra bingehîn, dengdana li derveyî welat dewam dike. Dengdan wê heta êvara 9'ê Nîsanê saet 21:00 dewam bike. Wezîfedarên HDP'yî yên li Kolnê gotin, tevî ku eleqe ji bo dengdanê heye, hê gelek hilbijêran dengê xwe nedane û bang li hilbijêran kir ku di nava pênc rojên dawî de bên û dengê xwe bidin.
'DIVÊ PÊNC ROJÊN DAWÎ BAŞ BÊN NIRXANDIN'
Muşahîd Yildiz Fîlîmcî: 9 roj derbas bûn. Pênc roj man. Em dibînin ku eleqeya dengdêrên 'NA' zêde ye, lê belê têrê nake. Weke HDP'ê em bang li girseya xwe ya li vê derê, mirovên ku li dijî şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê ne û demokratan dikin ku rojên dawî baş binirxînin. Berpirsyariyeke xwezayî li ser milê her kesî ye. Pêwîste cîranê xwe, xizmê xwe îqna bike û bîne. Divê em xwe bigihînin her kesê nas dikin û wan bînin ser sindoqan. Di nava pênc rojên dawî de set di navbera 09:00-21:00 de deng dikarin bên dayin. Xebatkar dikarin bi hêsanî piştî dema kar bên dengê xwe bidin. Em dubare dikin, divê her kes teqez dengê xwe bide. Ji ber ku bi vê referandûmê re dixwazin faşîzmê qanûnî bikin. Hê şensê me heye. Berî ku dereng bimîne, lazim e gelê me, hemû bawermend ji bo siberoja xwe dengê 'NA' bidin.
'HILBIJARTINEK LI SER SIBEROJÊ'
Muşahîd Ramazan Kiliç: Ev ne hilbijartineke ji rêzê ye. Her kesî ji hêz ve eleqedar dike. Hilbijartineke ku jiyana her kesî, hemû bawermendan, jin, ciwan û zarokan diyar dike. Berpirsyariyekê davêje ser milê nifşên nû. Di vê der barê de gelek analîz hatin kirin. Lezgîniya rewşê li pêş çavan e. Weke muşahîdekî dixwazim bêjim, ku berpirsyariyeke mezind ikeve ser milê gelan. Divê hemû hilbijêr bên ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin. Pênc roj man, her dengek gelekî hêja ye. Pêwîste her kes derdora xwe, dostên xwe bînin ser sindoqan.