MSD: Komkujiya li Cindirêsê dûmahîka êrîşên dagirkeriyê ye

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) nerazîbûn nîşanî komkujiya li Cindirêsê da û got “Divê hemû komên çekdar ji Efrînê derkevin û ev der wekî herêma mirovî were îlankirin.”

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di êvara Newrozê de (20’ê Adarê) li navçeya Cindirêsê êriş bir ser pîrozbahiya Newrozê û komkujiyek pêk anî. Di encamê de ji malbatekê 4 welatî şehîd bûn.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî komkujiyê daxuyaniyek da. MSD’ê xwest berpirsên komkujiyên dermirovî werin darizandin.

MSD’ê bi bîr xist ku di 20’ê Adarê de komên terorîst ên ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin, li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrîna dagirkirî 4 kesên Newroz pîroz kirine,  qetil kirine.

MSD’ê komkujiya li Cindirêsê û bêdengiya li hemberî vê komkujiyê şermezar kir û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev sûc ji çarçoveya dagirkirî, koçberkirin û kiryarên sorkirinê yên li dijî Kurdan ne cihê ye. Her wiha ji çarçoveya tevlihevî, rêvebirina ji aliyê çeteyan ve û tunebûna qanûnê ve jî ne cihê ye. Sûcê ku li Cindirêsê hate kirin ji çarçoveyeke siyasî, ewlehî û civakê tê. Desthilata dagirker û alavên wê yên ku Efrînê dagirkirine, rasterast ji vê sûcî berpirsyar in. Di heman demê de hemû aliyên ku çavê xwe li sûcên domdar ên dagirkirî û koçberkirina niştecihên resen girtine, berpirsyar in.”

MSD’ê bang kir ku divê ev tevbîr werin stendin:

1- Efrîn wek herêmeke mirovî ya bêçek were ragihandin û tevahî komên çekdar jê werin derxistin. Divê niştecihên resen bi çavdêriya civata navneteweyî bi awayekî ewle vegerin warê xwe.

2- Divê berpirsên komkujiyên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên rojane yên qanûnên mirovî yên navneteweyî werin muhasebekirin.

3- Divê rêveberiya herêma Efrînê û ewlehiya wê radestî niştecihên wê yên resen bê kirin û pergaleke dozgerî ya adilane were avakirin.

4- Divê hemû girtî û kesên hatine revandin serbest werin berdan. Divê aqûbeta ku kesên bi darê zorê winda bûne were eşkerekirin.

5- Divê garantiya derbasbûna dezgehên ragihandinê û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî bo Efrînê were dayîn da ku karên xwe bi serbestî bikin.”

MSD’ê helwesta hemû azadîxwazên ku komkujî û faîlên wê şermezar kirin, silav kir û got: "Bila meşaleya Kawayê Hesinkar li asîmanê Sûriyeyê bilind be. Bi israr û hevgirtina Sûriyeyiyên birûmet wê serkeftin were mîsogerkirin. Newroz wê bibe sembola bidawîkirina zilmê û meşaleya azadî û edaletê."