MSD'ê û Partiya Vîna Gel peymana danûstandinan îmze kir

Heyeta MSD'ê ku li paytexta Rûsya Moskowayê danûstandinan  dike, bi Partiya Vîna Gel re li ser çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê peymana danûstandinan îmze kir.

Seroka Komîteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Serokê Partiay Vîna Gel Kadrî Cemîl li paytexta Rûsya Moskowayê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist. Piştî civînê hate ragihandin ku li ser çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê peymana danûstandinan hatiye îmzekirin.

Kadrî Cemîl ragihand ku peymana bi MSD'ê re îmze kirine ji bo çareseriya li Sûriyeyê xwedî madeyên girîng in.

Îlham Ehmed jî got, "Em hêvîdar in ku aliyên li Sûriyeyê hemû li şûna çareseriya leşkerî giraniyê bidin ser çareseriya siyasî. Divê êdî dawî li nelihevkirin û şer bê anîn, yên koçber bûne karibin vegerin malên xwe û girtî bên berdan."