MŞD: Çeteyên Erdogan li Şengalê dixwazin fermanê dubare bikin

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî destnîşan kir, ku çeteyên Erdogan di bin navê 'pêşmergeyên rojava' de hewl didin li Şengalê fermanê dubare bikin û got, "YBŞ û YJŞ wê çavên xwe li vê negirin."

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), li ser êrîşên koma çekdar a PDK'ê ya li Xanesor a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser serdana Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya li Enqereyê û hat bibîrxistin, ku piştî vê serdanê êrîşên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê giran bûn û li Xanesorê êrîşan dest pê kir.

MŞD'ê ragihand, di bin navê 'pêşmergeyên rojava' de PDK û AKP hewl didin destketiyên Êzidiyan binpê bikin, YBŞ û YJŞ'ê qels bikin û got, "Ezidî aştîxwazin. YBŞ û YJŞ aştîxwazin. Naxwazin nakokî derkeve. Lê belê YBŞ û YJŞ wê nehêlin ku ferman dubare bibe."

Di dewama daxuyaniya MŞD'ê de hat gotin, "Ew kesên bi navê 'pêşmergeyên rojava' dixwazin desthilatdar bin û birakujiyê bikin, gumana me hene ku ew çeteyên Erdogan in û hewl didin fermanê dubare bikin."

MŞD'ê da xuyakirin, ku Kurd û tevahiya civaka Êzidî baş dizane bê kê di 3'ê Tebaxa 2014'an de ferman li Şengalê rakirin û bang li hemû Kurdan kir, ku li ber vê hewldana şerê birakujiyê rabin.

MŞD'ê bang li civaka Êzidî jî kir, ku li tevahiya cîhanê di nava seferberiyê e bin û rabin ser piyan.