MŞD: Azadiya Rêber Apo azadiya Êzîdxanê ye
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) Komploya 15’ê Sibatê ya ku bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatî kirin şermezar kir û got, ‘azadiya Rêber Apo azadiya Êzîdxanê ye’’
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) Komploya 15’ê Sibatê ya ku bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatî kirin şermezar kir û got, ‘azadiya Rêber Apo azadiya Êzîdxanê ye’’
Meclîs Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) ji ber salvgera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da. MŞD’ê komploker şermezar kir û diyar kir ku Ocalan rêberê bi milyonan Kurd e.
Di daxuyaniyê de hate gotin Civaka Êzîdî nû vedije û ev jî bi Ocalan pêk tê. Meclîsê got, "Êzîdî metirsiya sedan salan jiyîn, xwe azad dîtin, di raman û felsefeya Rêber Apo de azadiya xwe dîtin. Rêber Apo her tim digot, civaka Êzîdî hatiye binpêkirin, Civaka Êzîdî reseniya Kurdistanê ye û divê were parastin."
Bi berdewamî MŞD’ê wiha got: Azadiya Rêber Apo azadiya Êzîdxanê ye, azadiya Rêber Apo azadiya hemû mirovahiyê ye. Em bang li civaka Êzîdî dikin ku yekitiya xwe çêbikin. Li YBŞ, YJŞ’ê xwedî derbikevin, ji bo Êzîdxana azad. Li Rêberê xwe birêz Abdullah Ocalan xwedî derbikevin, ji bo azadiya wî tim li ser piyan bin.’’