MPKE wê li Kurdistan û Tirkiyeyê lêkolînan bike

Heyetek ji Konseya Ewropayê, ji bo rêveçûna saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê lêkolîn bike, diçe Tirkiyeyê. Heyet wê îro dest bi hevdîtinan bike û heta 12'ê Gulanê li Tirkiyeyê be.

Heyetek ji Konseya Ewropayê, ji bo rêveçûna saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê lêkolîn bike, diçe Tirkiyeyê. Heyet wê îro dest bi hevdîtinan bike û heta 12'ê Gulanê li Tirkiyeyê be.

Heyetek ji Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) wê li Tirkiyeyê lêkolînan bike. Parlamenterê Norwêcî Îngebjorg Godskesen, parlamentera ji Sirbîstanê Nataşa Vûcovîc û raportorên Tirkiyeyê, ji bo di navbera 9-12'ê Gulanê de lêkolînan bikin diçin Tirkiyeyê. Heyet wê rêveçûna saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê lêkolîn bike.

Di çarçoveya bernameya hatiye amadekirin de endamên heyetê wê îro bi nûnerên çapemeniyê, komeleyên rojnamevanan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re li Stenbolê rûnên.

Piştî rojekê wê li Amedê lêkolînan bike. Heyet wê li Amedê bi Walî û Hevşaredaran re jî hevdîtinê bike û bi nûnerên rêxistinên mafên mirovan re rûnê.

Di navbera 11-12'ê Gulanê de heyet wê li Enqereyê be. Endamên heyetê wê bi Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Edaletê û nûnerên Wezareta Karên Ewropayê re hevdîtinê bikin. Bi komeleya dadger û dozgeran û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re jî wê rûnê.

Komîsyona Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê di 9'ê Adarê de têkildarî Tirkiyeyê fikar û gumanên xwe yên li ser azadiya çapemeniyê, xwegihandina agahiyên pirrengî û bêalî, biryarên dadgeha destûra bingehîn, dewleta hiqûqê û binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê de fikarên xwe bilêv kiribû.