MOP'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) salvegera damezrandinê ya 45'an a PKK'ê pîroz kir.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) salvegera damezrandinê ya 45'an a PKK'ê pîroz kir.
MOP'ê diyar kir ku PKK tevgereke mirovahiyê ye û navê rizgariya ji dîlgirtinê ye, xwegihandina azadiyê ye.
MOP'ê bi navê gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî bi daxuyaniyekê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Salvegera damezrandina PKK'ê li Birêz Abdullah Ocalan, artêşa gerîla, şehîdên leheng û di serî de li gelê Kurd li hemû gelan û dostan pîroz be.
Bi Sumeran re di dîroka Mezopotamyayê de rêyek jiyanê ji mirovahiyê re hate diyarkirin û ev ronahî piştre veguherî dîrokeke hêvî û rasteqîniyê.
Di demên cuda de Mezopotamya bi destê hêzên cuda yên mêtingeriyê ve veguherî dojehê, dîroka mirovahiyê ya hate afirandin, hate tarîkirin. Bi têkoşîna Birêz Abdullah Ocalan û hevrêyên wî re PKK'ê bi teza ku pêşkêş kir, dîroka li Mezopotamya/Kurdistanê hatibû tarîkirin, ronî kir û ji bo gelan careke din bû hêviya jiyana azad.
PKK tevî ku tevgereke mirovahiyê ye, di heman demê de nirxên mirovahiyê bi xwe ye. Sîstemeke ku di sedsala 21'ê de hewl dide nirxên mirovahiyê biparêze, bi gelan re sîstemeke demokratîk, wekhev û azad ava bike. PKK navê rizgariya ji dîlgirtinê ye, xwegihandina li azadiyê ye."