Molotof li avahiya AKP'ê ket

Molotof li avahiya AKP'ê ket

Di dema xwepêşandanên li Îzmîrê de, ji ber molotofê li avahiya AKP'ê ya navçeya Karşiyakayê şewat derket.

Bi armanca piştgirîdayîna berxwedana li Taksîmê, doh êvarê li Derbasoka Gîrne ya navçeya Îzmîr Karşiyakayê xwepêşandanek hat lidarxistin. Çalakger li vê derê bi dirûşmên li dijî hukûmet û Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan dest bi meşê kirin. Çalakgerên gihaştin Serokatiya AKP'ê ya Navçeya Karşiyakayê, kevir û molotof avêtin avahiya AKP'ê. Ji ber molotofê li avahiya AKP'ê ya navçeyê şewat derket. Şewat ji aliyê arkujan ve hat vemirandin.