Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Moîsî: Şerekî rastî dibe ku bi qezayekê were

Zanyarê siyasetê û pisporê jeopolitîk ê Fransiz, Domînîque Moîsî got dibe ku li Sûriyeyê bi qezayekê şerekî rastî çêbibe.

Şêwirmendê taybet ên Enstîtûya Têkiliyên Navnetewî ya Fransayê Domînîque Moîsî ji rojnameya La Dêpeche re axivî, got wê rageşî bidome û domand, ‘’Rageşiyeke wiha heye ku gav bi gav zêde dibe. Lê bi ya min ti aktor ji şer ti sûdeke reel nabîne.’’

Mosî got dîsa jî dibe ku rewş ji kontrolê derkeve, Beşar El Esad dixwaze di nêz de fethna xakê temam bike. Moîsî got biya wî li dijî operasyonên Esad wê tiştek nebe û got, ‘’Israîlî li şûna DYA’yê dibe ku sînyalên hişkbûnê bide lê ez bawer nakim ku Îran an jî Siûd bi rastî jî şer bikin.’’

Moîsî li ser êrîşên kîmyewî jî got, ‘’Beşar, hevsenga li ser berdêl û destkeftiyan hê jî ji bo xwe baş dibine bêyî ku ji civaka navnetewî ku di nav xwe de parçe bûye helwestekê bibîne, dikare piyonên xwe bide pêş.’’

Li ser pirsa ku civaka navnetewî denge xwe bilind kiriye da ku ‘bersiveke tund’ bide jî Moîsî got, ‘’Bêguman wiha ye lê Rûs, Îranî hê jî li pişt Beşar El Esad in. Tirk jî tevlê vê bûn.’’

Moîsî got dibe ku DYA helwestekê nîşan bide û got: ‘’Lê pir dabeşbûyî û peyameke zelal tine. Yekîtiya Ewropa dabeş bûye, Fransa û Brîtanyaya Mezin tund diaxivin, hin jê naxwazin Rûsya hêrs bikin.’’

Moîsî dibêje piştî astekê dibe ku şerek çêbibe û wiha domand: ‘’Piştî astekê, mînak Îran û Siûd dibe ku werin pêşberî hev an jî Tirkiye û DYA bi asteke xwecih dibe ku werin pêşberî hev. Her wiha şerê di navbera Israîl û Sûriyê de dibe ku dîsa dest pê bike. Her çendî ne senaryoyên herî pêkan bin jî, senoryoyên din hene ku hemû ji hev zêdetir fikaran çêdikin. Mesele ew e ku bi êgir tê lîstin û bi qezayekê dibe ku şer çêbibe. A ku dibêjim şerê rastî ye. Taloke ew e ku rewş dibe ku ji kontrola hemû aktoran derkeve.’’