Modela aborî ya zava Albayrak fiyasko ye

Bêqîmetbûna lîreyê Tirk û hilweşîna aboriya Tirkiyeyê bi lez bi rê ve diçe, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak ku modela aborî ya sîstema nû eşkere kir û vêya jî çi bandorekî li piyaseyê nekir.

Wezîrê Xezîne û Maliyeyê yê Tirkiyeyê Berat Albayrak beşek yê modela nû ya aboriyê eşkere kir. Daxuyaniya Albayrak ji ber axaftina Erdogan a li Baybûrtê dereng destpê kir. Ji ber banga Erdogan ya ‘dolarên xwe yên bin balîfan de biguherîn’ serê sibê dolar çend pûan windakir dolar bû 6 û euro jî derket ser 7’an re.

GOT DIVÊ BANKAYA NAVENDÎ XWESER BE LÊ SEROKÊ WÊ ERDOGAN TAYÎN DIKE

Albayrak di axaftina xwe ya têkildarî aboriyê de modeleke bingehîn diyar nekir. Albayrak got divê polîtîkayên pere yên Bankaya Navendî xweser be, lê bi qanûnên nû re serokê Bankaya Navendî ji aliyê Serokkomar Erdogan ve tê diyar kirin.

TRÛMP GUŞARÊN NÛ EŞKERE KIR

Dema ku axaftinên Albayrak didomiyan de Serokê DYA’yê Donald Trûmp jî twîtek wiha got; “Lîreyê Tirkiyeyê li pêşberî dolarê me yê bi hêz her ku diçe nirx winda dike, min du qat zêdekirina baca gumrikê ya pola û alimînyoma ku ji Tirkiyeyê tê kirîn, pejirandiye. Li gorî vê ji bo alimînyom ji sedî 20, pola jî ji sedî 50 ye. Têkiliyên me di vê demê de bi Tirkiyeyê re nebaş in!”.

Piştî axaftina Albayrak û twîtta Trûmp dolar yekser bilind bû.