MLKP Rojava Newroz pîroz kir
MLKP Rojava, Newroz li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û ji bo geşkirina agirê azadiyê li çar parçeyên Kurdistanê bang kir.
MLKP Rojava, Newroz li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û ji bo geşkirina agirê azadiyê li çar parçeyên Kurdistanê bang kir.
MLKP Rojava bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Gelên Rojhilata Navîn, Newrozek din jî di nav şer, komkujî, îxanetê de derbas dike. Lê, li hemberî vê jî berxwedan û têkoşînek bê navber jî berdewam e. Gelê me yê Kurd, li dijî hêzên ku dixwazin Newrozê di nav îxanet û xwînê de bifetisînin, qadan dagir dikin, li hemberî zilm û zordariyê agirê têkoşîna xwe geş û bilind dikin. Ew têkoşîn û berxwedanê gelên Rojava gihîşt asta şoreşê. Ew şoreş bi hêza xwe, li hemberî hemû astengî û îxanetan li ber xwe da û li ber xwe jî dide. Her roj ew şoreş bi şervanên xwe yên canfîda, bi mezinkirina rêxistinên xwe yên komîn û meclîsan û bi pergala fedaraliya demokratî dibe heviya gelên bindestan û tirsa neyarên mezin dike."
Daxuyaniya MLKP Rojava bi vî rengî dewam kir:
"Mêtînger û dagirkeran bi nokerên xwe bi hemû cûreyên şerê qirêj êrîş dikin li ser şoreşa me. Ji dagirkirina Cereblûs heta Babê ji êrîşên Minbicê heta Şengalê dixwazin li ber şoreşa me bigirin. Ew Dehaqên demî weke berê îro jî dijminê azadî, wekhevî û biratiya gelên Rojhilata Navîn e . Lê, şervanên azadiya gelan û berxwederên gelên herêm hem di milê leşkeriyê de hem jî di milê avakirina şoreşê de serketinên nû diyarî gelên Rojhilata Navîn dikin. Gav bi gav li ser esasiya biratiya gelan û azadiya zimanan fedaraliya demokratî ava dikin.
Di serî de dewleta Tirk a faşîst û dagirker hemû dijminê gelan ji Efrînê heta Şengalê êrîş dikin li ser îradeya gelan. Gelê me wek Kawa li hemberî Dehaqan bi ruhê Newrozê li ber xwe dide û şer dike. Çawa ku çeteyên DAIŞ êdî bi têkçûyînê ve rû bi rû ye, xwedî û hevkarî wan jî wê têk biçin. Hêzên ku niha derdorê Şêngalê, derdorê gelê me yê Êzidî dorpêç kirine, em zanin ku ew teqez têk biçin. Ew helwesta wan a dij-mirovatî, dij-welatparêzî, dij-yekîtiya Kurdan ji niha di dilê Kurdan û hemû mirovatîyê de mahkum bûye. Çawa ku me di êrîş û fermana çeteyên DAIŞ’ê de gelê xwe yê Êzîdî parast em ê dîsa jî biparêzin. Ew erka me ya dîrokî ya komûnîstî û mirovatiyê ye. Li çar parçeya Kurdistanê em agirê azadiyê geş bikin, ji bo têkbirina mêtînger, dagirker û nokerên wan em têkoşîna hevpara xwe bilin bikin.
Em berxwedana Şengalê silav dikin, Newroza berxwedêrên Êzîdxanê pîroz dikin.
Newroza malbatên şehîdan, birîndarên me yên leheng, şervanên YPG, YPJ, MLKP, QSD, Tabura Azadî ya Înternasyonal, Asayîş, HPC û hêzên ku di çeperên şer de li hemberî Dehaqan, bi canfedayî û lehengî şoreşa xwe diparêzin, bi geşbûna agirê Newrozê, Newroza wan pîroz dikin.
Şehîdên me yên ku ji gelan û bindestan re vê şoreşê diyar kirin, em li hember têkoşîn û bîranînên wan bejna xwe ditewînin. Em soz didin wan pekrewanên me; heta ku gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê azad nebin, em dev ji têkoşîna xwe bernadin.
Em wek MLKP Rojava, Newrozê ji gelên me yê çar parçeyê Kurdistan, gelên Rojhilata Navîn û hemû bindestên cîhanê re pîroz dikin."