MLKP: Rîskên cidî yên pêvajoyê hene

MLKP: Rîskên cidî yên pêvajoyê hene

Komîteya Navenda MLKP’ê der barê pêvajoyê de daxuyaniyek da û got ev pêvajo rîskên wê yên mezin hene û got: “Di şert û mercên ku PKK rîskan digire ser xwe de, şert û mercên ku dê daxwazên demokratîk yên sereke yên ciwan, jin, kedkar, karkeran ava bike.”

MLKP’ê daxuyaniyek nivîskî da û got ev pêvajo bi rîske û PKK jî di vê hişmendiyê de ye. MLKP’ê wiha berdewam kir: “Dibe ku ev pêvajo biguhere şerekî mezin jî.  Divê hemû pêngavên tên avêtin di vê esasê de bên avêtin. “

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst a MLKP’ê diyar kir ku partiya wan bo wekheviya netewî ya her du gelan têdikoşin û got: “Partiya me yekbûna rizgariya civakî û netewî a li Kurdistanê esas digire. Çareseriyeke wisa jî ancax bi hilweşandina dîktatoriya faşîst a mêtînger û dagirker dê bê qezenckirin. Gelê kurd tenê bi mêtîngeriyê sînor nekirine, hatine înkarkirin jî.  PKK  ku pêşengiya têkoşînga gelê kurd dike, ji bo dawîbûna înkarê têkoşînê dimeşîne.  Partiya me jî bi têkoşîn û daxwazên wan re ne.

MLKP’ê da zanîn ku dîroka 2012’an de dîrokek gelek girîng bû û wiha got: “ Di 2012’an de gerîla serkeftineke gelek mezin bidest xist.  Li Şemzînanê pergala serdest a mêtînger têk bir.  Morelek mezin girt, serkeftineke leşkerî û siyasî bidest xist.  Li girtîgehan gritiyan bi greva xwe ya birçîbûnê dîktatorî kir xist tengasiyeke mezin.  Gel  Newroz kir serhildan.”

HEVDÎTIN SERKEFITNA PKK’Ê NE

MLKP’ê bal kişand ser geşedanên Rojava û got: “Bi awayekî fiîlî statuya xweseriyê hat qezenckirin.   Vê morel û baweriya serkeftinê pêk anî.  Têkoşîna Bakurê Kurdistanê derfetên leşkerî û lojîstik ava kir. AKP di polîtîkaya Suriyeyê de ket cihekî teng.  Van hebûyan biryara dewletê guhert û dest bi hevdîtinên bi Ocalan re kir.  muzakere ferz kir. ev jî serkeftina PKK’ê bû.

RÎSK

MLKP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku rîskên vê pêvajoyê hene û got: “ PKK rîska vê rewşê dizane.  Xetereyên vê girîngin. Partiyame bi hemû baldariya ku îhtîmala ku pêvajo biguhere şerekî mezin tevdigere. Hemû pêngav divê di vê esasê de bên avêtin.”