MLKP MK: Tundiya girseyê ya şoreşgerî heq û rewa ye
MLKP MK: Tundiya girseyê ya şoreşgerî heq û rewa ye
MLKP MK: Tundiya girseyê ya şoreşgerî heq û rewa ye
MLKP MK têkildarî êrîşên faşîst ên di dema çalakiyên piştgiriya bi berxwedana Kobanê re belavok weşand wiha got: “Tundiya girseyê ya şoreşgerî û têkoşîna çekdarî mafê karker, bindest, gelên kedkar û parêzvanên wan ên pêşeng û rêxistinî ye, rewa û exlaqî ye. Demagojiya we faşîst nikare vî mafî asteng bike, terora wê ya faşîst û dagirkeriya înkarker nikare asteng bike.”
Komîteya Navendî ya MLKP’ê têkildarî êrîşên faşîst ên di dema çalakiyên piştgiriya berxwedana Kobanê de çêbûn de belavok belav kirin.
MLKP MK bal kişand ser êrîşên hêzên polîsan ên desthilatdariya AKP û li gel kontragerîlayên Hizbulkontra û daxuyaniyên ji eniya hikûmetê yên weke “Vanda”, “Em ê hedê wan nîşan bidin” û wiha dewam kir:
“Li Stenbolê karker û bindestên dixwazin 1’ê Gulanê li Qada 1 Mayîs pîroz bikin, li hember terora dewletê ku parastina rewa pêş dixistin, navê vê kirin vandalîz e!
Jin, ciwan, karker û kedkarên ji bo darizandina berpirsên komkujiya karkeran a li Someyê mafê xwe yê xwepêşandanan nîşan kirin li rastî terora dewletê ya faşîst hatin, nerazîbûn nîşan kirin, navê wê kirin vandalîzm!
Gelê me ku dixwaze ji Ugur Kaymaz heya Berkîn Elvan ên zarokan qetil dikin bên darizandin, li hemberî terora dewletê ya faşîst mafê xweparastina rewa pêşxistin, navê wê kirin vandalîzm!
Ji bo pêşîgirtina komkujiyek girseyî li Kobanê ji bo parastina maf, mazlum, rûmet û azadiyê daketin qadan, derketina kolanan, li Pirsûsê kom bûn dema rastî bersiva terora dewletê ya faşîst hatin, nerazîbûn nîşan dikin, navê wê kirin vandalîzm!
Di demogojiya faşîst de sînor nîne. Lê vala ye. Perdeya derewan ji zû ve qetiyaye.”
MLKP MK got: “Tundiya şoreşgerî ya girseyî û têkoşîna çekdarî mafê karker, bindest, gelên kedkar û parêzvanên wan ên pêşeng û rêxistinî ye, rewa û exlaqî ye. Bi demagojiyên nikare vî mafî asteng bike, terora we ya faşîst û dagirkeriya înkarker nikare asteng bike.”
MLKP MK ev bang kir: “Ji bo çîna karker û bindestan piştgirî bidin berxwedana Kobanê, em bang li hemû Tirkiyeyê û Kurdistanê dikin têkoşînê bilind bikin, li hemberî hêzên dagirker ên mîlîtarîst ên faşîst tundiya girseyê bilind bikin û Kobanê-Pirsûsê bikin yek eniya şer.”