MLKP'ê Şehîdên meha Mijdarê bi bîr anî
MLKP'ê li bajarê Basel ê Swîsreyê şevek organîze kir û Şehîdên meha Mijdarê bi bîr anî. Qisekeran diyar kirin ku têkoşîna li dijî faşîzmê wê bi biryardarî bidome.
MLKP'ê li bajarê Basel ê Swîsreyê şevek organîze kir û Şehîdên meha Mijdarê bi bîr anî. Qisekeran diyar kirin ku têkoşîna li dijî faşîzmê wê bi biryardarî bidome.
MLKP Swîsreyê, ji bo bîranîna Şehîdên meha Mijdarê li bajarê Baselê şevek organîze kir. Bi sedan kes tevlî şevê bûn. Destpêkê sirûda enternasyonalîst hate xwendin û deqeyek rêz hate girtin. Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna MLKP'ê hate nîşandan.
Nûnerê MLKP'ê yê Swîsreyê piştre axivî û got, xwedîderketina li mîrateya şehîdan, ji bo wan wezîfeyeke însanî, wijdanî û şoreşgerî ye.
Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî got, "Êrîşên niha li Şoreşa Rojava tên kirin, Şerê 3. ê Cîhanê ye. Têkoşîna bi rûmet a gelan a 100 salî ya li dijî faşîzmê, niha li Rojava dewam dike. Şoreşa Rojava berhema têkoşîna azadiyê ya 40 salan e. Faşîzma AKP-Erdogan ditirse ku bi serketina Şoreşa Rojava re wê ji desthilatdariyê bikeve, lewma êrîş dike. Bi serketina Şoreşa Rojava re wê gelên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi ser bikevin. Faşîzm wê têk biçe, em ê bi ser bikevin."
Di dawiyê de jî Alî Asker, Hakan Vreleska, Çagdaş û Grûp Eylul derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.