MLKP: Divê HPG û YBŞ tevlî operasyonê bibe, cihê Tirkiyeye lê nîne
MLKP Rojava da xuyakirin, ku li şûna hêzên dagirker ên mîna Tirkiyeyê, di vê HPG û YBŞ tevlî operasyona Mûsilê bibin.
MLKP Rojava da xuyakirin, ku li şûna hêzên dagirker ên mîna Tirkiyeyê, di vê HPG û YBŞ tevlî operasyona Mûsilê bibin.
Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Rojava, li ser rewşa li Rojhilata Navîn û operasyona Mûsilê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Di serî de emperyalîzma DYA, Îngilîstan û Rûsyayê, dîktatorên mêtînger û faşîst, ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî yên li Rojhilata Navîn, li ser bingeha etnîkî, olî û mezhebî şer giran dikin û roj bi roj vê çiravê kûrtir dikin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta faşîst a mêtînger a Tirk, ji bo xeyalên xwe yên serweriya li herêmê, weke aliyekî vî şerê qirêj derdikeve holê û berê çekên xwe dide destketiyên gelê Kurd. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê armancê, dixwazin polîtîkayên xwe yên nîjadperestî-mezhebî li Mûsilê jî bixin meriyetê. Li ser vê bingehê gelan û mezheban ber b şerekî paşverû ve dehf didin."
'DIXWAZE AXA KURDISTANÊ DAGIR BIKE'
MLKP Rojava da xuyakirin, ku dewleta Tirk ev 2 roj in di bin navê dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de hewl dide tevlî operasyona Mûsilê bibe, di vî warî de serî li her rê û rêbazan dide û wiha dewam kir: "Ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç bike, vê operasyonê dike bahane. Bi mejiyê dagirkeriyê yê Osmanî, planan dike ku axa Kurdistanê dagir bike, ku Mûsil jî di nav de ye."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, AKP û Erdogan li her deverê li dijî destketiyên Kurdan şerê 'man û nemanê' dimeşîne û hat gotin, "Ev mejiyê mêtînger ê nexweş, kedkar, xizan û hemû gelên bindest ên li Tirkiyeyê dixe nava felaketê. Tirkiyeyê dixe nava çiraveke bi xwîn a derketina jê nîne."
'DIVÊ HPG Û YBŞ TEVLÎ BIBIN'
MLKP Rojava bal kişand ser operasyona Mûsilê û destnîşan kir, ku cihê hêzên dagirker ên mîna Tirkiyeyê di vê operasyonê de nîne.
MLKP Rojava diyar kir, pêwîstiyeke û mafê rewa ye ku hêzên HPG û YBŞ'ê tevlî vê operasyonê bibe.
Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin, ku hê gundên Êzidiyan dagirkirî ne, bi sedan Êzidî di destê DAIŞ'ê de dîlgirtî ne û hat gotin, "Pêwîste hemû planên tarî yên dewleta Tirk a faşîst mêtînger, ji Cerablûsê heta Mûsilê li her qadê werin pûçkirin. Divê armancên wan ên qirêj di ber wan de bên hiştin. lazim e têkoşîna li dijî cûnta Tayyîp Erdogan ê faşîst, ku kedkar û bindestên Tirkiyeyê dixe nava rewşeke giran a bi xwîn, were mezinkirin. Tevî xwişk û birayên xwe yên Kurd lazim e her kes ji bo azadî û rûmetê biherikin kolanan.
Ji Mûsilê heta Şengalê, ji Rojava heta Amedê wê faşîzm û paşverûtî têk biçe, gelên me bi ser bikeve."