MKP’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê banga yekîtiyê kir

Komîteya Navendî ya Partiya Maoîst Komunîst (MKP) nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê da û bang li her kesê kir ku di nava refên berxwedanê de bibin yek.

Komîteya Navendî ya MKP’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku gelê Kurd û tevgerên wê yên berxwedanê li dijî polîtîkayên dagirkerî û îlhaqê yên Tirkiyeyê, şer û têkoşînê didomînin.

Komîteya Navendî ya MKP’ê bal kişand ser fealiyetên leşkerên Tirk ên ku di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê zêde bûne û destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya hikûmeta Iraq/Bexdayê û PDK-Barzanî plan dike ku êrîşên nû li ser Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku berxwedana gerîlayên HPG - YJA Starê, wê teqez dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê têk bibe.

Di daxuyaniyê de ev bang jî hate kirin: “Niha tişta divê bê kirin, ew e ku em li her qadê xwedî li vê berxwedana dîrokî ya gerîla derbikevin û em her qadeke têkoşînê veguherînin çeperên şer ên li dijî dagirkerî û faşîzmê (…) Em li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst li ser Kurdistanê dayî destpêkirin, rabin. Em xwedî li berxwedana dîrokî ya netewa Kurd û gerîla derbikevin.”